Upload
khdr-hajoyan
View
257
Download
11
Embed Size (px)
DESCRIPTION
With the support of the Government of the Republic of Armenia, with the assistance of the President of Yezidi National Union - Tamoyan Aziz and senior editor Yezidi gear of Public Radio RA - Shekh Hasan Tamoyan, were reprinted Yezidi language and literature for the 5th class textbook. Autors - Aziz Tamoyan and Hasan Tamoyan
Citation preview
Neþireta "Spîka"
2013
R'ewan
E’zîzê E’mer, H'esenê Þêx-Me'mûdê
E’debyet û zimanê ÿzdîkî
Dêrsxana 5-a
Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3)
¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72
 206
³ÙáÛ³Ý Ð³ë³Ý
º½¹Ç»ñ»Ý É»½áõ ¨ ·ñ³Ï³ÝáõÃÛáõÝ :
гÝñ³ÏñÃ³Ï³Ý ¹åñáóÇ 5-ñ¹ ¹³ë³ñ³ÝÇ ¹³ë³·Çñù/
гë³Ý ³ÙáÛ³Ý, ²½Ç½ ³ÙáÛ³Ý. - ºñ.: §êåÇϳ¦, 2013,
100 ¿ç :
Ðî¸ 373.167.1 : 809.15 : 891.5 (075.3)
¶Ø¸ 81.2 »½¹Ç»ñ»Ý + 83.3 »½¹Ç»ñ»Ý ó72
ISBN 978 - 9939 - 854 - 00 - 7
гëï³ïí³Í ¿ ÐÐ ÏñÃáõÃÛ³Ý ¨ ·ÇïáõÃÛ³Ý Ý³Ë³ñ³ñáõÃÛ³Ý ÏáÕÙÇó
Ij alîê wezareta CE xwendinê û ö'lmda hatye erêkirinê
E'zîzê E’mer, H'esenê þêx-Me’mûdê
E’debyet û zimanê ÿzdîkî Dersxana 5-a
"Spîka", 2011, 100 r'û
 206
C §êåÇϳ¦ Ññ³ï³ñ³ÏãáõÃÛáõÝ, 2013 Ã.
C Neþireta "Spîka"
îå³·ñáõÃÛ³Ý »Õ³Ý³ÏÁ` ûýë»Ã
ÂáõÕÃÁ` ûýë»Ã 70 ·/Ù
îå³ù³Ý³ÏÁ` 1000 ûñÇݳÏ
3
E’YDÊ ŸZDÎYAYE MILETÎÊ
Mayîna ÿzdîya isa jî r’ê-r’izm, e’yd-e’refat, serhatîyê
miletîyêva girêdaîye, k’îjan bi ziyaretî nav miletda hatine xweykir-
inê, ewî xweydikin çawa ÿzdî, çawa cime’t,
E’yd-e’refatê miletîê ij dereca civandina cime’tê, pêþ-
daanîna yektîê ferzbûna mexsûs distînin. Ew gelekî k’aw, bi heytehol,
r’ê-r’izmê h’ewask’ar têne derbazkirinê. E’ydê isaye miletîê h’ersal
r’ojê k’ivþ têne derbazkirinê. H’ersal pey 13-ê meha sivatêr’a döþema
pêþin qörbanê þerjêdikin, r’ojîa digrin, bona mirîyê t’eze (berva
r’advin), lê r’ojê sêþemê, çarþemê, pêþemê r’adivne paþîvê û dîsa
r’ojî digrin. R’oja înîyê e’yda Xidir Nevî, Xidir Eylase. H’ersê r’ojê
r’ojîya þêxek yan p’îrek e’seyî gere her’ne nav mezela, ser mezela döa’
bikin.
Ÿvara r’oja pêþemê diçine malê t’irêqa- þêx û p’îra, serê xwe
ber ocaxa datînin û xêra xwe didin, bi k’îjanê têne t’emizkirinê- gönê
xwe dadiweþînin.
Ÿvara r’oja pêþemê t’emam þadivin, def, zör’ne têne lêxistinê,
hilbet, h’etanî sivê r’anazên. Ew þev tê navkirinê “leyleqedir”.
Wê þevê zar’a, t’orpe
t’êlekîva girêdayî, k’ölekêva dar-
dadikirin, k’îjan bi mêwa, þîr-
naya dihate dagirtinê, û isa mal-mal
diger’yan. Ew tê navkirinê “dolî-
dang”.
Berî r’ojîya, r’oja le’dê-
þeva döþemê, seh’eta 4-5-a r’adivin,
dixön, vedöxön, lê kir’kir’ka,
k’elema, goþtê h’erêm naxön. Sive
EDEBYET
r’onnebûyî r’adizên, h’etanî r’o gewrdive. Pey wê yekêr’a, çaxê te’rî
dik’eve e’rdê, idî dikarin bixön, vexön, þavin.
Çaxê r’ojîne, îzin t’ine bixön, vexön, cig’arê bik’þînin,
benîþt bicûn, k’inca, serê xwe biþon, mêr sersûrtê xwe hildin.
R’oja pêþin gere pezekê þerjêkin: ÿvarê, çaxê te’rî hila hê nek’etîye
e’rdê. Xöarinê û mêwa pê sinîya divine malê merivê destteng, çawa xêra
Xidirnevî. Lê r’oja pêþemê nanê mirîya derdixin. Lê çaxê þev r’adivin
(sê þeva) bi wî cûr’eyî nên derdixin- paþîva Bapîr. Paþîva Bapîr
melekê wê r’izmêye. Lê hima wê r’ojê, sivêzû, pê sinîyê xöarinê û mêwa
divne malê cînara, çawa nanê Xidirnevî.
Çaxê ÿvarê döa’dikin, e’detî divêjin: “Qebûlve r’ojîya we”.
Þeva leyleqedrê qîz û kör’ê azep totka þör’ dixön, wekî xewna
xweda mêr yan jina xweye axirîyê bivînin.
Ser dîwêr, ar’îka pê ÿr nîþana dikin (nîþanê Xidirnevîne),
wekî ew bê, û pêþîa wîda wê her’in.
Zar’, nexweþ ij t’emamîa r’ê-r’izma, wekî wan r’oja têne ki-
rinê, têne azakirinê. Ew dikarin bixön, vexön, e’mrê xweyî herr’o der-
bazkin.
R’oja e’ydê, çaxê diçine malê hev, gere destevala neçin.
R’oja înîê e’yda Xidirnevîye. E’yd r’oja þemîê jî dive, tê
navkirinê e’refat, wexta k’îjanê e’seyî t’ev þêx û p’îrê xwe, diçine
ser mezela. R’oja le’dê jî e’yde, k’îjan tê navkirinê þerefat.
Cime’t divêje: “Bimbarekve e’yda mirî û zêndîa”.
H’ersal pey 13-ê meha nîsanêr’a, r’oja sêþemê, r’ojî tê girtinê-
bona r’ojîya Melekî Tawis (û mirîya), lê r’oja çarþemê e’yda Tawisî
Meleke, yanî- sala ÿzdîaye t’ezeye. Wê r’ojê e’seyî diçine ser mezela.
Ew tê navkirinê Çarþema serê salê. R’oja sêþemê köloç’ekî dipêjin.
Morîkê dikne nav köloç’. Ewî köloç’î r’oja çarþemê- ser t’emamîa ne-
ferê malê kerdikin. Morî p’ara k’ê bik’eve, ew h’esavdive xwey-xödanê
hebûka malê.
R’oja çarþemê isa jî r’oja Memê þivane, ê kö xödanê pêze.
E’yda Melek Tawis Îraqêda, pey 13-ê meha nîsanêr’a, r’oja
4
5
çarþemê, bi serk’arîa mîr, t’ev qewala, þêx û p’îra, Laliþa nûranîda,
didine k’ivþê. Wexta vê e’ydê def û þivêv têne lêxistinê. R’ê-r’izmê
ayîna dîn têne qedandinê. Ew tê navkirinê Çarþema Sor. Wê r’ojê ta-
wisê birca mîrda datînin, û ÿzdîyê herçar qölbê dinîayê hatî p’êxas
derda tên, serê xwe ber tawisê datînin, paþopê dertên û t’ev cime’ta
civyayî paþê t’ev e’ydê divin.
E’ydeke ÿzdîa meha k’anûna pêþin tê k’ivþkirinê. Pey 13-ê meha
k’anûna pêþin, döþema pêþin, r’ojî digrin- seva mirîya (berva r’adi-
vin). H’ersê r’oja- sêþemê, çarþemê, pêþemê, seva Ÿzdîd, r’ojî digrin.
R’oja înîyê e’yda Ÿzdîde. Wê r’oja ziyaretî, k’îjan e’yda miletîêye
mezine, t’emam, e’seyî- ne destevala, gere her’ne malê dilþikestîya,
merivê dilê wan hevdö mayî gere lev bên. Ê levneyên, h’esavnavin ÿzdî.
T’emamîya þeva leyleqedrê þadivin. R’oja þemîyê- e’refatê,
diçne ser mezela, þêx û p’îr döa’ dikin.
H’evtêkê pey e’yda Ÿzdîdr’a E’yda Þêþimse, wekî isa jî di-
vêjin “E’yda dör’ê”. R’oja pêþemê r’ojîne.
Xeverê çetin:
1.Civandin- berevkirin, t’op-
kirin, yekkirin
2.Heytehol- h’ing û ding
3.Paþîv- nanxöarina r’ojê r’o-
jîaye þev
4.Mêwa- fêkî, r’ez
5.Gewrdive- r’ondive
6.Zêndî- sag’, silamet (seva meriva
tê gotinê)
7.Qewal- mirîdê xerqekirîne, ê kö
def û þivêvîa (hacetê
r’öh’anîêye sazbendîêne) dixin
8.Birc- sera, kela, avayî
9.Qölbe- t’erefê dinîayê, t’eref,
alîyê döa’kirinê
10.P’êxas- bêy sol û gore
11.Tawis- heykelê teyrê tawis
12.Dilþkestî- meriv, ê kö r’ojê nêzîk mirîyê wan hebûne
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Mayîna ÿzdîya, çawa cime’t, isa jî çiva girêdaîye?
3.R’ojîyê Xidirnevî k’engêne?
4.K’îjan r’oja r’ojîyê Xidirnevî digrin?
5.Paþîv çîye, û k’engê r’adivne paþîvê?
6.E’yda Xidirnevî k’îjan r’ojêye?
7.R’ojê r’ojîya t’ev þêx û p’îra e’seyî k’öda diçin?
8.Ÿvara r’oja pêþemê cime’t k’öda diçe û çi dike?
9.K’îjan þev tê navkirinê “Þeva leyleqedrê”?
10.Zar’ r’oja leyleqedrê çi dikin?
11.”Dolîdang” çîye?
12.Wexta paþîvê çi naxön?
13.R’ojê r’ojîya k’engê dikarin bixön û vexön?
14.R’ojê r’ojîya çi îzin t’ine bikin?
15.Çaxê ÿvarê döa’dikin, çi divêjin?
16.Þeva “leyleqedrê” qîz û kör’ê azep çi dixön û- çima?
17.Ser ar’îka û dîwara pê ÿr çi dikin?
18.K’î ij r’ê û r’izmê r’ojê r’ojîya têne azakirinê?
19.R’ojê r’ojîya çawa diçine malê hevdö?
20.Çaxê e’yd pêþda diçe, r’oja þemîyê ew çawa tê navkirinê?
21.Lê r’oja le’dê çawa tê navkirinê?
22.E’yda Tawisî Melek k’engêye?
23.Wê r’ojê çi dikin?
24.E’yda Melekî Tawisda çi dipêjin û çi dikin?
25.Memê þivan k’îye?
26.E’yda Xidirnevî k’engêye û çawa didine k’ivþê?
6
7
27.Îraqêda wê r’izmê k’engê û çawa didine k’ivþê?
28.Ÿzdîyê h’erçar qölbê dinê hatî çi dikin?
29.E’yda Ÿzîd (Ÿzdîd) k’engê û çawa tê k’ivþkirinê?
MERIV Û BAJAR’VANÊ
QENC
“Sîabendê Xödo bajar’vanê Cimhöryeta Er-
menîstanêyî layîqe.
Xeysetê Sîabendê Xödo ewe, wekî gotin û ki-
rina wî mînanî hevin. Ew xevath’ize û bêh’ed
û h’esav dilr’e’me”,- heval-hogirê ewledê
cime’ta ÿzdîayî layîq derheqa hevalê xweyî
xevatê û þöxölda wa xeverdidin. Lê ev gilî-
gotin, ev qedir hila hê nikarin qîmetê Sîabendê Xödoyî t’am bidin, ê kö
t’emamîa seh’et-qewata xwe p’êþk’êþî wê yekê kirîye, wekî qölixî
meriva bike. Ew îzbatîya wê yekêye, wekî sala 1979-ada Sîabendê Xödo
aparata komîtêa þêwra þeherê R’ewanêye þöxölkirinêye merk’ezîêda
(niha beledî) xevitîye, lê niha- civata Cimhöryeta Ermenîstanêye
Miletîêda.
Sîabendê Xödo sala 1944-a göndê neh’îya Te’lînêyî Ber’ojda
dîya xwe bûye. Zar’otîya xwe göndda, nav t’ebyetê, derbazkirîye. Sala
1964-a mek’t’eva göndê neh’îya Te’lînêyî Arêgêye ort’e xilazkirîye.
Paþê xwendina xwe înstîtûta R’ewanêye ser navê Xaçatûr Abovyane
dersdarhazirkirinê, fakûltêta t’arîxêda, pêþda birîye, k’îjan sala
1969-a xilazkirîye.
Þagirt û endamê kolêktîva dersdarîê salê xwendinêye 1969-70-î
bîra xweda baþ xweydikin, çimkî Sîabendê Xödo wan sala dersadrê
t’arîxêbû, ê kö karibû nav we’dekî kinda nav û dengekî baþ qazincke.
Paþê r’îa e’mir ew bire R’ewanê, k’îderê ew salê 1970-1979-a trêsta
“Êrk’îmþîn”-êda xevitî, çawa k’ativê komsomolê, k’îderê sala 1978-a
layîqî hörmetne’ma þêwra Ermenîstanêye Herebilind bû.
Sîabendê Xödo isa jî layîqî navê “Mêxasê ÿzdîayî miletîê” û
mêdala bûye.
Ew bû, ê kö sala 1997-a h’îmê t’eþkîleta “Ÿzdîxane”-ye
mixölqetîê-sîasîê danî.
Xeverê çetin:
1.Bêh’ed- bêsînor, bêçap
2.Ewled- zar’
3.Merk’ezîê- ya sereke, ya ort’ê
4.T’ebyet- ç’îa-banî, mêþe, ç’em û cew
5.Komsomol- ûrisîye: yektîya cahilaye komûnîstîê
6. “Ÿzdîxane”- partîabû, wekî niha e’melnake
7.Möxölqetîê- ya cime’tê
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Gotin û kirina Sîabendê Xöda çi cûr’eyîne?
3.Heval-hogirê Sîabendê Xödo derheqa wîda çi divêjin?
4.Sîabendê Xödo t’emamîa e’mirê xwe p’êþk’êþî çi kirîye?
5.Sîabendê Xödo li k’ö xevitîye û dixevte?
6.Ew k’îjan salê û k’îderê ij dîa xwe bûye?
7.Sîabendê Xödo k’îderê xwendîye û çi xwendin stendîye?
8.Ew k’îderê xevitîye û çi xevat kirîye?
9.Sîabendê Xödo sala 1997-a h’îmê çi t’eþkîletê danî?
8
9
Xaçatûr Abovyan
(1809-1840)
ŸZDÎ
(bi hine körtkirina)
… Ê kö ij ermenîa tiþtekî bipekîne, ij
ÿla wan lap wê bê sirgûnkirinê. A lema jî
bona wan ew h’emûþk ê pîroz û destpênek’e-
tinêye, çi kö malê cime’ta ermenîaye. Ewê diha zû malê xwe bidine er-
menîa, ne kö ij wan tiþtekî wê hildin, û k’îsî e’mirê xwe wê miqatî
malê wanvin. T’emizaya ayîna dînê wan û qedrê hindava jinada h’emû
h’ed-h’esava derbaztirdivin. H’eta, wekî dîna xwe bidine jina- h’esav-
dive gönê giran. Sark’arekî göndî ermenî ev yek mer’a gilîkir, wekî ew
þe’debûye.
Dilê qîzeke ÿlbaþîkî k’ördî dewletîye bedew dik’eve cahilekî
ÿzdîa, ê kö xölamê ermenîkîbû û çakûç’-qeldemê xweva bedewbû. Qîza
k’aw h’emû tiþtî dike, wekî ewî kör’î ser xwe germke, bi k’ilamê h’emû
cûr’eyî, p’êþk’êþa û pêþdanîna ewî tima bihêle, lê- badilhewa.
Hima zilam dengê keç’ikê yan xazma nêzîkbûna wê t’exmîndike,
h’emû tiþtî dihêle û bizdîayî dir’eve. Axir-oxir ij peyk’etin û zêran-
dina keç’ikêye bêxilazbûn ÿ’cizbûyî, ew t’erka heqê xweyî salê, mala
ag’ê û dê-bava dide û derbazî sînorê ûrisa dive- bona xilazbûna ij wê sos-
retîê. Meriv dikare sozê t’emamîa xezina dinîayê bide ÿzdîa, lê t’ö
cûr’eyî wê levneyê wana mecbûrkin, wekî ew wî xeysetê pîroz
bit’er’ibînin… Anemet, wekî sipartine wan, ew çi jî heve, dikarin
h’eta pey derbazbûna gele salar’a bêqezîa paþda bistînin.
Xeverê çetin:
1.Bipekîne- bidize, bive
2.Ÿl- k’om, cime’t
3.Sirgûnkirin- nav xwe derxistin, berîdayîn
4.Pîroz- t’emiz, h’elal, p’ak
5.Ayîn- qirar, e’rf-e’det, r’ê-r’izm
6.H’ed-sînor, çap
7.Dîna xwe bidinê- binihêr’in, t’emaþekin
8.Ÿlbaþî- serk’ar, mezinê ÿlê, cime’tê
9.Çakûç’-qelem- sifet, dêm, sûret
10.K’aw- bedew, r’ind
11.Germke- ser xwe bide bengîkirinê
12.Pêþdanîn- gilî gotin, da fe’mkirinê
13.Badilhewa- bêfeyde
14.Zilam- kör’, cahil, mêr
15.T’exmîndike- têderdixe, serwextdive
16.Bizdyayî- tirsyayî
17.Axir-oxir- axirîyê, xilazîyê
18.Peyk’etin- peyger’andin, çerçirandin
19.Zêrandin- cefadayîn, çerçirandin
20.Ÿ’cizbûyî- westyayî, k’esirî
21.Sosretî- r’ovetî, r’ezîlî
22.Xezne- dewlemendî, hebûn, hebûk
23.Mecbûrkirin- bikine ser, zorê lê bikin, borcdarkin
24.Bit’er’ibîne- p’êpeske, bide alîkî, ber tiþtekî h’esavneke
25.Anemet- tiþtê wekî cem yekî/ê didine xweykirinê, cem yekî/ê di-
hêlin, çawa deyn, dewsa tiþtekî
26.Sipartine-danêda, cem hiþtne, gotinêda.
27.Bêqezîya- bêzirar, bêtirs, bêkêmasî
Pirs û pêþdanîn:
1.Xaçatûr Abovyan k’îye?
2.Xaçatûr Abovyan k’engê û k’îderê dîya xwe bûye?
3.Miqala “Ÿzdî” k’engê û bi çi zimanî hatîye nivîsarê?
4. Dersê hînvin û gilîkin
5. Ê tiþtekî ij ermenîa bidize, ÿzdî çi dikin?
10
11
6.Mal, hebûka cime’ta ermenîya seva ÿzdîya çine?
7.Ÿzdî diha zû çi wê bikin?
8.T’emizaya ayîna ÿzdîya çawa tê qîmetkirinê?
9.Serk’arekî ermenî Xaçatûr Abovyanr’a çi gilîkirîye?
10.Dilê k’ê k’etibû cahilekî ÿzdî?
11.Qîza k’aw çi dike?
12.Kör’ê ÿzdî çi dike?
13.Xaçatûr Abovyan derheqa xeysetê ÿzdîyada idî çi divêje?
Hovhannês T’ûmanyan
(1869-1923)
ME’SÎÊ ZAR1
Hebû, t’inebû merivekî k’esîv hebû. Ev
merivê k’esîv bal me’sîgir dive bark’êþ-
piþtök’êþ. Herr’o çend me’sîya qazincdike,
tîne mal, bi wê yekê ew û jina wî didebirin.
Carekê jî me’sîgir me’sîkî bedew digre, dide piþtök’êþê xwe,
wekî xweyke. Xwexa jî careke dinê dik’eve avê.
Ev piþtök’êþ, ber kevîya ç’em r’ûniþtî, dîna xwe dide wî
me’sîyê bedew û difikire: “Ya Xwedê, ev jî yekî mînanî me r’öh’bere,
tö hila bêje- mînanî me dê-bavê wî jî hene, ij dinê baþerdike,
þabûnê yan ÿþê t’exmîndike, yan na?…”
Hima wexta vê fikirmîþbûnê, me’sî dik’êlime:
-Bibihê,- divêje,- merivê bira. Min t’ev hevalê xwe nav p’êlê
ç’êmda dilîst. Min þabûna xwe bîrkir û ez k’etime t’or’a me’sîgir. Niha,
k’î zane, dê-bavê min min diger’in û digrîn, niha hevalê min melûlbûne.
Ez jî, divînî, çawa dizêrim, bîna min avê der diç’ike. Dixwezim- careke
din paþda her’im, bijîm û wê ava sar û zelalda bilîzim, isa dixwezim,
isa dixwezim…
Were gönê xwe min bîne, min azake, berde, berde her’im…
Bi dengê nimiz, ze’f nimiz- bi vekirin-dadana devê ç’ilabûyî, wa
digot. Gönê vî piþtök’êþ pêtê, digre, paþda davêje ç’êm.
-Her’e, me’sîê r’ind, bira dê-bavê te negrîn, bira hevalê te
berxwenek’evin. Her’e, bijî û t’ev wan bilîze.
Me’sîgir ser piþtök’êþ berk’ hêrsdik’eve.
- Lo hemeq,- divêje,- vira ez avêda þildivim, me’sîya digrim, tö
digrî, cefê min davêjî avê?… De her’e, bice’me, idî ber ç’e’vê min ney
xanê, tö idî piþtök’êþê min nînî, her’e birçîna bimire.
T’orpe jî dêst digre û ver’êdike.
-Niha ez k’öda her’im, çawa bikim, çawa bijîm?…
Û k’esîv met’elmayî-melûl û destevala vedger’e berva mal.
2
Wexta vê fikirmîþbûna melûl r’êva r’e’wirekî r’engê merivada-
ç’êlekeke bedew ber, dertê pêþîê.
-R’oja te xêr, birango, ew çima xalifîy, çi difikirî? R’e’wir
dipirse.
Ê k’esîv serhatîya xwe gilîdike, k’a çawa niha bêþöxöl, bêç’are
maye û nizane, k’a ew û jina xwe çawa gere yole her’in.
-Bibihê,- xêrxazo,- ezê vê ç’êleka doþanî bi we’dê sê sala bidme te.
H’err’o ewqa þîr wê bide, wekî tö û jinka xwe t’êr bixön, bidebirin.
Hima sê sal xitimbûn, hima wê þevê ez bêm, ezê pirsa te bikim. H’erke we
cava pirsê min da, bira ç’êleka min ter’a bimîne, yan na- hûn herdö jî
xölamê minin, ez we bivim, ez çi bixwezxim, ezê bikim. Qayîlî?
“Tiþtek, wekî bêy wê jî emê birçîna bimirin,- ê k’esîv di-
fikire,- ezê ç’êlekê bivim, emê van hersê sala bidebirin, h’etanî sê sal
jî t’emamdivin, Xwedê r’e’me. Cîkî derîk wê veve, yan divek em cavê
hima bidin, k’î zane”.
-Qayîlim,- divêje û ç’êlekê dide ber xwe, dive mal.
3
Sê sala didoþin, gotina te dixön, didebirin. Ne jî t’exmîndikin,
12
13
k’a sê sal çawa derbazbûn, û ew r’oja k’ivþkirî pêr’a digihîje, wekî
r’e’wir wê þevê gere bê.
Jin û mêr berî r’o her’e ava, melûl ber dêrî r’ûdinên û di-
fikirin, k’a cava r’e’wir çi bidin, yan, k’î zane, ewê çi bipirse: k’î
fikra r’e’wir bizanve?
-Awa çi wê derê, çaxê meriv r’e’wirr’a þöxöl bigre, r’e’wirr’a
bik’eve nav heq-h’esava, ij r’e’wir qencîê qebûlke… bi r’ahiþtina k’e-
serê, jin û mêr p’oþmandibûn, lê ya bûyî bibû, idî ç’are t’inebû. Lê
þeva sawk’êþîê idî pêr’a digihîþt.
Vî çaxî cahilekî nenasî bedew nêzîkî wan dive.
-Ÿvara we xêr,- divêje,- merivekî r’êwîme: te’rî dik’eve e’rdê, ez
jî westyayîme, hûn îþev mêvana mala xweda qebûlnakin?
-Çima na, r’êwîyê bira, mêvan mêvanê Xwedêye. Lê îþev bal me bi
qezîaye. Me ij r’e’wir ç’êlekek k’ir’îye û bi þertekî, wekî em sê sala
bidoþin, bixön, sê sala þönda bê, pirsê me bike: h’erke em cavê bidin,
ç’êlekê mer’a bimîne, yanê na- em hêsîrê wîne. Niha we’de xitimîye,
îþev gere bê, em jî nizanin, k’a em çi cavê bidin. Niha çi bîne serê me-
gönek’ar emin, divek zîanê bide te jî.
-Tiþte nake, hûn li k’ö- li wira jî ez,- ê xerîv divêje. Qayîldivin:
mêvan dimîne.
-Niþkêva nîvê þevê derî dike r’inger’ing.
-K’îye?
-R’e’wire. Hatime, wekî
hatime, de cavê bidin.
Jin û mêr tirsa zarîdi-
vin, cîda divine r’ösas.
-Netirsin, ezê dewsa we
cavê bidim,- mêvanê cahil
divêje û diçe berva dêrî.
-Hatime,- piþ dêrîva
r’e’wir divêje.
-Ij k’ö hatî?
-Kevîya be’rêye din.
- Pê çi hatî?
-Min mixmixka t’opal
zînkirîye, lê siyarbûme, ha-
time.
- Dêmek be’r ç’ûç’ike.
-Teyr nikare ij kevîkê bi-
fir’e kevîya din.
-Dêmek teyr cûcûk bûye.
-Çi cûcûk, sîya p’er’-
baska þeher dadida.
-Dêmek þeher ze’f ç’ûke.
-Çi ç’ûk, k’êvrûþk ij p’er’ekî nagihîje ê din.
-Dêmek k’êvrûþk têjike.
-Çi têjik: p’ostê wê wê bive k’örkê merivekî, lo- k’öm û çarix jî
pêr’a.
-Dêmek meriv h’acûc-macûce.
-Çi h’acûc-macûc: serçoka wî teyr bangde, deng nagihîje göha.
-Dêmek ker’e.
-Çi ker’: ç’îyê wekî xezal biç’êre, ewê bibihê.
R’e’wir zarîdive, met’elmayî dimîne: t’exmîndike, wekî höndör’da
qewateke aqil, xört, alt’nekirinê heye. Idî nizane- çi bêje, ker’e-ker’
vedik’þe, te’rîya þevêda indadive.
Evana ij cîyê mirî paþda tên, þadivin, dinîya dive dinîa wan.
Pêr’a jî siva xêr r’onkayîdive, û mêvanê cahil r’adive, divêje xatirê
we, wekî r’iya xwe biqedîne.
-Em nahêlin, qet nahêlin,- jin û mêr r’îya wî dibir’in,- te e’mirê
me xilazkir, bêje- em çawa bin qecîya te derên?
- Na, tiþtê nebûyînêye, gere ez r’îya xwe biqedînim.
- De, barê navê xwe bêje, h’erke qencîya te indave, û em nikarvin
bin qencîya te derên, barê em bizanvin, k’a döa’ k’ê dikin…
-Qencîyê bike û hima bavêje avê, deya naçe. Ez hima ew me’sîyê
14
15
zar-zimanim, e’mirê k’îjanî te hêwiþand…., ê nenas divêje û ber ç’e’vê
jinê û mêr betavedive.
Xeverê çetin:
1.Zar- ê/ya xeverdide
2.Me’sîgir- meriv, ê kö me’sîya digre
3.Bark’êþ- ê kö bara dik’þîne
4.Piþtök’êþ- meriv, ê kö piþtkirî bar cîdigöhêze
5.Qazincdike- dixevte
6.Didebirin- yole diçin, xwe xweydikin, dijîn
7.Kevîya ç’êm- ber devê ç’êm, nêzîkî avê
8.R’öh’ber- wekî r’öh’ berda heye, sag’e, terewil
9.Baþerdike- fe’mdike, serderîê lê dike
10.Dik’êlime- xeverdide, divêje
11.T’or’a me’sîgir- t’or’e, pê k’îjanê me’sîgir me’sîya digrin
12.Melûlbûn- berxwek’etin, bîntengbûn
13.Dizêrim- diçerçirim, ber xwe dik’evim
14.Ç’ilabû- zihabû, devê meriva ç’iladive
15.Berk’- sert, gelekî
16.Hemeq- nezan, bêaqil
17.Met’elmayî- e’cêvmayî, zendegirtî
18.R’e’wir- merivxör
19.Xalifîy- þaþbûyî
20.Doþanî- h’eywana tê dotinê
21.Xitimbûn- t’emambûn, serhevda hatin
22.Sawk’êþîê- tirsê, tirsa
23.Þertekî- qewlekî
24.Zarîdivin- zar-ziman dik’evin, tirsa nikarin xeverdin
25.R’ösas- cûr’ekî h’esine, gelekî girane
26.Zînkirîye- zîn daye ser. H’espê zîndikin
27.K’örk- cûr’ekî p’otî germe
28.Çarix- berê p’êdikirin, ij ç’erm didrûtin
29.H’acûc-macûc- kinik, bejinkinik
30.Serçok- ser çoka meriva
31.Bangde- teyr-tû bangdidin
32.Xezal- cûr’ekî terewilaye, mînanî maralaye
33.Xört- qewat, zor, qewîn
34.Biqedîne- bîne sêrî, xilazke, pêþda her’e
35.Deya neçe- badilhewa nînve, indaneve
36.Hêwiþand- h’eyfa xwe pê anî, qêmîþnekir
37.Betavedive- indadive, ber ç’e’va nayê k’ivþê
Pirs û pêþdanîn:
1.H’ikyatê hînvin û gilîkin
2.Merivê k’esîv cem me’sîgir bû çi?
3.Carekê me’sîgir çi da piþtök’êþ û çi gotê?
4.Piþtök’êþ ber kevîya be’rê r’ûniþtî çi difikire?
5.Hima wexta fikirmîþûbnê me’sî çi kir?
6.Me’sî ij piþtök’êþ çi hîvîkir?
7.Piþtök’êþ pey hîvîkirina me’sîr’a çi kir?
8.Piþtök’êþ çi kir?
9.Me’sîgir çi kir?
10.Çaxê piþtök’êþ melûlbû, çi derk’ete ber wî?
11.R’e’wir çi da piþtök’êþ û çi gote wî?
12.Piþtök’êþ cava r’e’wir çi da û çi fikirî?
13.Þeva sawk’êþîyê k’î nêzîkî piþtök’êþ û jina wî bû?
14.Piþtök’êþ û jina xweva çi gotine cahilê nenas?
15.R’e’wir û cahilê nenas çi kirin?
16.Çaxê r’e’wir te’rîêda indabû, piþtök’êþ û jina xweva çi kirin?
17.Meremê h’ikyatê çîye?
16
17
Ordîxanê Lezgî
(1958-1997)
BIMBAREK-PÎROZVE
E’YDA WE1
Gelî xûþk, birê xwey qedir-qîmet,
Bimbarek-pîrozve e’yda we- milet,
Navê ÿzdîtîê qewîn-qedîmve.
E’yd û þabûn jî bira t’im heve.
2
Em bextewarin û gelek þane,
Em ÿzdî bûne û ÿzdî mane,
Û her lawekî ÿzdî r’ind zane,
Þîrnaya milet çîye, bavê wî k’î-
jane.
3
E’yda Ÿzdîd wa- t’im xêr xweþîve,
Navê ÿzdîtîê ser me qewînve,
Îro bona me þabûna p’ir’e,
Hole, hola Sölt’an Ÿzdîdê Sore.
Xeverê çetin:
1.Qewîn- meh’kem
2.Qedîmve- kevinve, dirêjve, h’eta-h’etayêve, meh’kemve
3.Ewled- kör’, qîz, zar’
4.P’ir’e- geleke, ze’fe
5.Sölt’an Ÿzdîdê Sor- Ÿzdîd – atqat (bawerîya) meye
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê hînvin û ezber bêjin
2.E’yda Ÿzdîd k’engê tê k’ivþki-
rinê?
3.Wexta e’yda Ÿzdîd çend r’oja û
çawa r’ojî digrin?
4.Xêncî e’yda Ÿzdîd, çi e’ydê meye
dinê hene û k’engê têne kirinê?
5.Xeverê þiêrêye çetin hînvin,
þirovekin û bi wan cömla
t’eþkîlkin
Ordîxanê Lezgî
ZIVISTAN ME BÛ
MÊVAN1.
Dîsa, mînanî h’ercar,
Zivistan me bû mêvan,
Gelî, zihor, best û r’ast,
Wana r’engê xwe göhast.
2.
Av qer’imîye, bûye zinar,
Nastirê- mînanî h’ercar,
Ç’em qer’imîye, bûye zinar,
Nastirê- mînanî h’ercar…
3.
Av qer’imî, bû zinar,
Nastirê mînanî h’ercar,
Teyr-tûyê bêsit’ar,
K’erba dikirin zarezar.
Xeverê çetin:
1.H’ercar- h’emû cara, t’imê
2.Zihor- gelî, ç’e’l, newal
3.Best- cîyê r’ast, vekirî
4.Zinar- kevirê mezin, h’iþk,
meh’kem
5.Nastirê- k’ilama navêje, k’ilama
nastirê
6.Bêsit’ar- bêcî, bêmal
7.K’erba- bîntengbûyî, hêrsa
8.Dikine zarezar- digrîn
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Bi xeverê zivistan, gelî, best,
r’ast, zinar, k’erba cömla
t’eþkîlkin
3.Çend fesil, h’eyamê salê hene?
4.Av zivistanê çima diqer’ime?
5.Çima teyr-tû bêsit’arin û k’erba
dikin zarezar?
18
19
ZIMAN
NAVÊ HEYÎNÊ
Navê heyînê ew navin, k’îjan navê tiþta nîþandikin. Her tiþtê
r’öh’ber û ne r’öh’ber, her fikir, her kirin û bûyîn navê wan heye, me’na
wan heye û ew giþk dinyaêda, dor-berê meriva, nav jîyîna wanda hene,
a lema divêjine wan nava navê heyînê. Navê heyînê cava van pirs adidin:
k’ê?(k’î?) yan jî- çi?
Zimanê ÿzdîkîda navê heyînê p’areveyî ser van k’omê jêrin
divin:
1.Navê r’öh’bera
2.Navê ne r’öh’bera.
3.Navê fikira û me’na
4.Navê kirin û bûyînê.
1.Navê r’öh’bera
Navê r’öh’bera ewin, k’îjan navê r’öh’bera nîþandikin.
Mesele:
a)berx, bizin, bog’, ga, golik, mî, medek, nogin, h’ir’ç’, ç’êlek,
ç’ivîk.
b)ap, birazî, jin, keç’, mêr, xal, xarzî(a), kör’.
v) navê merîya: Mîro, K’emal, P’or’sor, Xeto, Dîdare.
2.Navê ne r’öh’ber
Xezne, sêv, zincîr, þivdar, kon, sivder, deþt, mêþe, mêrg, k’itêv,
nan, av, girar, xaþîl, silq, pîvaz û ê din.
3.Navê fikira û me’na
Navê fikir û me’na ew navin, k’îjan fikirekê, me’nîkê
nîþandikin, mesele: hevaltî, biratî, ç’ûktî, mêranî, camêrî, xêrxwzî,
neyarî, r’astî, r’onayî, qencî, xiravî, mervatî û ê din.
4.Navê kirinê û bûyînê
Divêjne wan nava navê kirinê û bûyînê, k’îjan kirin, bûyîna
tiþtekî, þöxölekî didine k’ivþê.
Mesele: - Avîtin, anîn, birin, hiþtin, girtin
- Hatin, çûyîn, r’evîn, k’etin, r’abûn û gelekê din.
Sipartin:
1.Çend navê tiþtê r’öh’ber binivîsin
2.Çend navê tiþtê ne r’öh’ber binivîsin.
3.Bi çend fikira û me’na cömla çêkin.
5. Navê qismî nêr û mê
Navê tiþtê r’öh’ber û tiþtê ner’öh’ber p’areveyî ser navê qismî nêr
û qismî mê divin. H’erdö qism- him fikira xweva, him jî cûr’ê xweye
r’êzimanîva ij hev têne baþqekirinê.
A. Navê qismî mê
Sê k’om nav tênê h’esavkirinê qismî mê. Ew h’ersê k’om nav evin:
1)Navê ser h’eywana û teyreda:
-berdîr, bizin, dêlik, dêl, mî, mirîþk, ç’êlek, h’ir’ç’, qaz, p’iþîk,
medek, ç’ivîk, nogin, p’epûk, meymûn, dûmeqesk, k’êwrîþk, werdek,
kevotk, mih’în, kew û ê din.
2) Navê qîz û jinaye mexsûs:
-Gogê, P’or’sor, Xezal, R’ih’an, Gölp’erî, Seyran, Dîlber, Gölîzer,
Zozan, K’öbar, Cewar, Mircan û ê din.
3)Navê r’ewþa qîz û jina:
- dayîk, bûk, jin, keç’, met’, qîz, xatî, kevanî, xasî, dêmar’î, xûþk,
berbû û ê din.
Cûr’ê van hersê k’omê r’öh’bera, k’îjan jorê hatne nivîsarê, cömla
navada bi alîk’arîa p’ir’tika “a” têne gotinê.
Divêjne vê p’ir’tikê “p’ir’tika hevbendî”, çimkî ew benda çend nava
hevr’a girêdide û eleqeta wan nîþandike,
Mesele:
1) Berxa sor, bizina belek, mîya qer, mirîþka kör’k, ç’êleka jar û ê
20
21
din.
2) Xatîya te, bûka me, met’a Silo, kevanîya malê, jina Mîro.
3)Xezala Mîro, P’or’sora k’aw, Dîdara nazik, Zozana Ordî.
Sipartin:
1)Van xeverê jêrin ber bigrin û dewsa niqitka h’erfê lazim
binivîsin:
Xat… Gölê./ Jin. K’emal./ Xatî.. min./ Kavir’. k’ok./ Bûk. me av
anî./ Gölîzer. P’eyale ij çolê hat./ Mirîþk. kör’k./ Mircana. Mîro./
Seyran. Xidir./ Bizina. kever./ Kevotk. Bedew./ Dîz. min./ Xûþk. Silo.
B. Navê qismî nêr
Sê k’om nav têne h’esavkirinê navê qismî nêr. Ew h’ersê k’om evê
jêrinin:
1)Navê ser h’eywana:
-beran, ga, gamêþ, bog’, se, dîk, gör, nêrî, r’ûvî, þêr, piling û ê din.
2)Navê r’ewþa kör’a û mêra:
- ap, bav, bira, mêr, kör’, xal, ze’va, xezûr, destebirak û ê din.
Navê mêra:
- K’eleþ, Sîavend, Silo, Feto, Tîtal, T’êmûr, Cimþît, Þekir,
Mîro, Xödêda, Barî, T’acdîn, T’êcir, Mecît, Þemal û ê din.
Cûr’ê hevbendî, ê van hersê k’omê, kö li jorê hatine nivîsarê, bi
p’ir’tika “ê” çêdive û xeverê cömlêye mayînr’a tê girêdanê. Eva p’ir’tika
tê h’esavkirinê cûr’ê navê qismî nêr.
Mesele:
1)Beranê Feto diç’êre./ Beranê kel dik’ayê./ Dîkê mezin fir’î./ Görê
h’ar./ R’ûvîyê jar./ Nêrîyê nav kêrî.
2)Ze’vê me./ Kör’ê çê./ Kör’ê baþ./ Kör’ê aqil./ Bavê min./ Birê te./
Xalê min./ Apê me./ Xezûrê wê û ê din.
3)Siloyê Sîavend./ Siloyê Xödo./ K’eleþê E’slan./ Fermanê K’eleþ./
K’eleþê Cemal û ê din.
Sipartin:- 1
1.Van cömlê jêrin bixûnin û deft’era xweda binivîsin.
2.Dewsa niqitka h’erfa lazim binivîsin.
a)Xezûr. Be’rî ne’me Be’rîr’a þandîye.
b) Dîk. sivê bang da.
v) Xezûr. Sîsê got.
g)Kör’. Mîro hîndive.
g’) Ferman. Silo ez dîtim.
d)Çaçan. Xidir hat.
Sipartin:- 2
Jêrê çend navê r’öh’bera, ê qismî nêr û qismî mê, hatine nivîsarê.
Wana nav deft’era xweda binivîsin û nîþankin, k’a k’îjan nav têne h’e-
savkirinê navê qismî nêr û k’îjan nav jî têne h’esavkirinê qismî mê.
Meymûna mêþe./ H’ûtê mezin./ K’êwrîþka malê./ Bûmê kor./ Ke-
wotka sipî./ Qölingê r’eþ./ Berxa k’ok./ Me’rê r’eþ./ Kavr’a me./ Nogina
me diç’êre./ Seyrana Mîro dersdare./
Pirs:
1.Çîye p’ir’tika hevbendî?
2.Bi alîk’arîya k’îjan p’ir’tikê hevbendî navê r’öh’beraye
qismî mê û qismî nêr ij hev têne baþqekirinê?
V. Navê tiþtê ne r’öh’ber
Navê tiþtê ne r’öh’ber ew navin, k’aîjan cava pirsa “çi?” didin.
Navê tiþtê ne r’öh’ber cömlada mîna navê r’öh’ber bi p’ir’tikê- “a”, -
“ê” hevva têne girêdanê. Navê tiþtê ne r’öh’bere qismî mê cûr’ê xweyî
hevbendî bi p’ir’tika- “a”, lê navê tiþtê ne r’öh’bere qismî nêr- bi
p’ir’tika hevbendîêye-“ê” distînin.
22
23
1.Navê tiþtê ner’öh’bere qismî mê
Ew navê tiþtê ne r’öh’ber h’esavdivin navê qismî mê, k’îjan bi
p’ir’tika hevbendîye “a” hevva têne girêdanê.
Mesele:
-Dersa xwe bixûne.
- Gora xwe nîþanke.
-Ava þêlû venexwe.
-Sîtila mezin bîne.
- Me hirîya sor k’ir’î.
-Lih’êfa hirî danîbû.
- K’asa zêr’în ser t’extebû.
-K’êra tûj k’et.
-Sêla sor ser köç’ikbû.
2.Navê tiþtê ne r’öh’bere qismî nêr
Ew navê ne r’öh’ber h’esavdivin navê qismî nêr, k’îjan cömla
navada cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika “ê” distînin.
Mesele:
-Me’rê r’eþ.
-Nanê sipî.
-Xanîyê bilind.
-Mêwayê te’m.
-Dîwarê bilind.
-Derîyê fire.
-Banê xanî.
-Þelpikê ç’ûk.
-Belgê hêþîn.
-Agirê gör’.
-Bostanê zevaþa.
-Bag’ê tirîya.
-Ç’îayê bilind.
-Ç’emê k’ûr û ê din.
Sipartin- 1:
1.Van navê jêrin bixûnin û dewsa niqitka h’erfa lazim daynin.
Avay. bilind./ K’itêv. dersa./ Bar. giran./ Derman. serÿþê./ Hevîr.
tir’þ./ Mêþ. six./ Kevir. gölover’./ T’orp. qeliþî./ Dest. bi xêr./ Ser.
wî./ Mal. giran.
Sipartin- 2:
Ij têk’sta jêrin navê tiþtê ne r’öh’bere qismî mê û nêr deft’era
xweda baþqe binivîsin:
-Serê min dÿþe.
-T’ilîya Silo h’er’iþîye.
- Xûna sor ij pêç’îya min tê.
-Zevîya gênim.
-Genimê sor.
-Þekirê þîrin.
-Þîrê germ.
-Nanê sipî.
-Pîvaza tûj.
-Gelîyê k’ûr.
-Mala mezin.
-R’îya fire.
-Dewê tir’þ.
-Ava sar.
-Sirsûmê dêw.
-Parzûnê sipî.
Pirs:
1.Çima em nîvê navê ne r’öh’ber h’esavdikin navê qismî nêr, nîvê
din jî- h’esavdikin navê qismî mê?
2.K’îjan p’ir’tika hevbendî h’esavdive cûr’ê navê qismî nêr,
k’îjan jî- ya navê qismî mê?
24
25
G. Navê heyînêye döqismî
Divêjne wan nava navê heyînêye döqismî, k’îjan him ser navê
qismî mê, him jî ser navê qismî nêr têne xevitandinê. Çaxê cûr’ê xweyî
hevbendî bi p’ir’tika ”ê” distînin, ew wî çaxî têne xevitandinê mîna
navê qismmî nêr, lê çaxê ew cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika ”a” dis-
tînin, wî çaxaî ew mîna navê qismî mê têne xevitandinê.
Mesele, em çend navê heyînêye döqismî bidine k’ivþê: heval,
cînar, serk’ar, dost, neyar, berdestî, serk’ar, novedar, pispor, dersdar,
þagirt, merî û gelekê din.
Isa jî- berx, golik, kar, k’er, p’iþîk, kavir’, h’esp, h’irç’ û ê din.
Herdö k’omê navê jorê hatine nivsîarê him mîna navê qismî mê,
him jî- mîna navê qismî nêr têne xevitandinê û bi alîk’arîya p’ir’tikê
hevbendî fikira xweva ij hev têne baþqekirinê.
Wextê ev xever cömla navada p’ir’tika hevbendîye ”a” distînin,
ew nîþandikin, kö ew xever qismî mêne.
Mesele:
-Cînara me nan dipêje.
-Serk’ara mek’t’evê Dîdareye.
-Dosta te baþe.
-Senem serk’ara me bû, û ê din.
-Berxa k’ok diç’êre.
-K’era r’eþ hat.
-Kara çalbelk r’evî.
-Golka r’eþ e’rdêk’et.
-P’iþîka me ne’se.
-H’espa þê pêþîyê bû.
-Qant’ir’a r’eþ qewate, û ê din.
Meselê jorê nîþandikin, wekî p’ir’tikê hevbendîye “a”, “ê”
zimênda didine xevitandinê, wekî navê heyînêye t’omerî nîþankin, k’a
ew ser k’îjan qismî têne xevitandinê. Mesele, h’erke em bêjin ”h’espê
k’ömeyt diç’êre”, tê fe’mkirinê, wekî h’espê k’ömeyt diç’êre, lê h’erke
bêjin “h’espa k’ömeyt diç’êre”, tê fe’mkirinê, kö mih’în diç’êre. Isa
jî em hildin xevera “heval”. H’erke em bêjin “hevalê min diçe”, tê
fe’mkirinê, kö hevalê min ij qismî mêre, lê h’erke em bêjin “hevala
min diçe”, tê fe’mkirinê, kö hevala min ij qismî jine.
Sipartin:
1.Dewsa niqitkê axirîya xevera deft’era xweda p’ir’tikê ”a”, “ê”
binivîsin.
-Gîsk. sor.
- P’iþîk. nêr.
-P’iþîk. mê.
-Göhar. dersadr.
-Cînar. me Gölêye.
-Cînar. me Barîye.
-Novedar. mala zar’ê sêwî Xezalbû.
-Novedar. gönd Barîbû.
- Serk’ar. gönd mêre.
-Serk’ar. mek’t’evê Sîsêye.
Pirs:
1.Navê heyînêye döqismî k’îjanin?
2.Bi alîk’arîya k’îjan p’ir’tika navê döqismî ij hev têne
baþqekirinê?
Xêncî navê tiþtê r’öh’ber û ne r’öh’ber, zimanê meda ösa jî nav
hene, k’îjan nayêne h’esavkirinê ne navê tiþtê r’öh’ber, ne jî- navê ne
r’öh’ber. Ew nav her yek fikirekê, me’nîkê nîþandikin: hêrs, aqil, zên,
k’în, fikir, derd, hewar, pirs, hîvî, cav, k’omek, zeman, nav, p’ar, tirs,
dîn, r’eng, bawerî, hewar û gelekê din.
Ij van navê jorê nivîsî hinek cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika
“a” distînin, hinek jî- cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika “ê” distînin.
Ew nav, k’îjan cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika “a” distînin,
26
27
ew nav têne h’esavkirinê qismî mê, mesele:
Zêna te./ Hêrsa wî danî./ Fikira wî baþe./ Hewara me hat./ Pirsa
r’ast bêje./ K’omeka we û ê din.
Ew nav, k’îjan cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika “ê” distînin, ew
nav têne h’esavkirinê navê qismî nêr, mesele:
H’iþê wî sêrî çû./ Ew ser h’iþê xweda hat./ Navê te çîye?/ Dengê te
nimiz tê û gelekê din.
D. Navê xiyalî
Divêjne wan nava navê xiyalî, k’îjan fikir û me’na wan ij ya
h’îmlî qetîyaye, jê dûrk’etîye. Navê xiyalî bi alîk’arîya p’ir’tikê
jêrin hatine çêkirinê: ayî, atî, î, tî. Mesele:
Biratî, hevaltî, þivantî, serk’arî, azayî, giranî, merdî, mezinayî,
bilindayî, dirêjayî, xörtî, þîrnayî, mêranî, dostî, xaltî, pismamtî,
hevaltî û gelekê din.
H’emû navê xiyalî cömla navada h’alê hevbendîda cûr’ê xweyî
hevbendî bi p’ir’tika “ya” distînin û têne h’esavkirinê navê ser qismî
mê, mesele:
Biratîya me,/ Pismamtîya wan,/ Serk’arîya gönd,/ Hevk’arîya me û
ê din.
Ê. Navê bi fikira kirin û bûyînê
Divêjne wan nava navê kirin û bûyînê, k’îjan fikira kirinekê
û tiþtekî, bûyîna tiþtekî, þöxölekî, k’arekî nîþandikin, mesele:
Anîn, bijartin, kirin, birin, lêdan, hêran, çinîn, þandin,
stendin, gotin, xwestin, firotin, k’ir’în û ê din.
Hildan, k’etin, mayîn, zayîn, bûyîn, çûyîn, girîn û ê din.
Navê bi fikira kirin û bûyînê cömla navada cûr’ê xweyî
hevbendî bi p’ir’tika “a” distînin û ser navê qismî mê têne h’esavkirinê,
mesele:
Kirina te, gotina min, þandina p’era, xwestina min,
û gelekê din.
J. P’ir’tika yekanîye navê nenas û nee’yan
Ÿzdîkîda p’ir’tika yekanîye nenas heye. Ew p’ir’tik tê h’e-
savkirinê “ek”. Eva p’ir’tika ij hejmara yek p’eydabûye. Divêjne wê
p’ir’tikê p’ir’tika yekanî, ya navê nenas, ne ber ç’e’va û nedîtî, çimkî
çaxê ew digihîje axirîya nava, ew dide k’ivþê, kö filan tiþt yanê
filan meriv yeke, yekanîye, ne geleke. Lê wî çaxî e’yannake yekanî
k’îye, çiye, nîþannake ij gele tiþta, meriva k’îjan yekanîye, me’nîya
wê yekê ew tiþt, ew meriv ne ber ç’e’vaye, nehatîye dîtinê. Lema jî vê
p’ir’tikêr’a divêjin “p’ir’tika yekanî, nenas-nee’yan”, yan jî
“p’ir’tika navê yekanî, nenas-nee’yan”.
Çaxê p’ir’tika “ek” axirîya nava zêdedive, wî çaxî ew têne
fe’mkirinê mîna navê yekanî, nenas-nee’yan, mesele:
Kör’ hat- kör’ek hat.
Jin çû- jinek çû.
Mêr ma- mêrek ma.
Kevir k’et- kevirek k’et.
Mal avabû- malek avabû.
Gönd li gêlî bû- göndek li gêdîbû.
Newal k’ûr bû- newalek k’ûrbû.
Min ne’ma xwe xwend- min ne’meke xwe xwend.
Van xeverê jorinda him navê qismî mê, him jî- navê qismî nêr
bi p’ir’tika yekanî nenas-nee’yan hatine xevitandinê.
1) Çaxê navê qismî mê p’ir’tika yekanî nenas-nee’yanva têne go-
tinê, wî çaxî xwe li cömla navada dewsa p’ir’tika hevbendîye “a” cûr’ê
xweyî hevbendî bi p’ir’tika “e” distînin, mesele:
Qîzeke r’ind hate maleke gönd.
Bizineke t’opal paþda ma.
Xidir k’itêveke zimanê ÿzdîkî k’ir’î.
Mêrgeke hêþîn pêþberî göndê meye.
H’espeke r’ind mêrgêda diç’êre.
Maleke t’eze Þamîranêda avabû û gelekê din.
2) Çaxê navê qismî nêr bi p’ir’tika yekanî nenas-nee’yanva têne
28
29
gotinê, wî çaxî ew cömla navada dewsa p’ir’tika hevbendîye “ê” cûr’ê
xweyî bi p’ir’tika “î” distînin, mesele:
Kör’ekî R’emo R’ewanêda hîndive.
R’ewan þeherekî mezine.
Fêza göndê me zinarekî bilind heye.
Min kevirekî gölover’ kewkî kir.
Birakî min beranekî me ajot.
Hevalekî min þiêrek nivîsîye.
Cînarekî me gilî got û gelekê din.
Sipartin:
Dewsa niqitka h’erfa lazim binivîsin.
Kör’.. r’êda diçû./ P’ale. zevîyêdabû./ Jin.. distirê./ Min kör’..
dît./ Kevir.. gölorbû./ Te xwer’a k’itêv.. k’ir’î./ Beran.. mêrgêdabû. /Gönd..
wêderê bû./ Mêvan.. hat./ Min dar.. ber devê avê nikand./ Ç’em.. deþta R’e-
wanêr’a dik’iþe.
Nasî:
Zimanê ÿzdîkîda gele xever hene, wekî paþkoka wan sewtê den-
ganîye –a, -ê, -î, -e, -o-va xilazdive. Çaxê p’ir’tika yekanî nenas-neey’ane
“ek” ser navê isada zêdedive, wî çaxî p’ir’itika “ek” tê körtkirinê: dewsa
–“ek” her t’enê “k” dimîne, mesele:
Bira- birak birakî min),/ ga-(gakî sor),/ kanî- (kanîke sar),/ ode-
(odeke fire),/ r’ê- (r’êke dirêj) û ê din.
Sipartin:
Dewsa niqitka, k’îderê lazime, cûr’ê hevbendîya qismî mêye “e”
û ya qismî nêre “î” binivîsin.
R’ojek. havînê bû./ Em çûne ber cewek. ./ Qîz.. li mêrgê bû./ Ewî
göl.. çinî, da hevalek. xwe./ Mêrek. bilind nav wanda bû.
Xeverê t’ayinkirî cömla xeverada cûr’ê xweyî hevbendî bi
p’ir’tikê “a”, “e”: “ê”, “î” distînin. Mesele:
1) Mala Mîro- Maleke Mîro./ Berxa þivên- Berxeke þivên./ Qîza
Xoxê- Qîzeke Xoxê.
2) Göndê Mîro- göndekî Mîro./ Serk’arê gönd- serk’arekî gönd./
Kör’ê Xoxê- Kör’ekî Xoxê./ Dîwarê tewlê- dîwarekî tewlê.
Van cömlada nav, k’îjan te’rî hatine nivîsarê, têne h’esavkirinê
xeverê taynkerî, cûr’ê wane hevbendî bi p’ir’tikê “a”, “e”, “ê” û “î”-ne,
lê xeverê te’rî hatine nivîsarê, ew xeverê t’ayinkerin.
Z. Cûr’ê xeverê t’aynker
H’erke navê qismî mê û nêr cömla navada bêne xevtandinê mîna
xeverê t’aynker, cûr’ê wan ij hev tê baþqekirinê. H’erke ew bi
p’ir’tika yekanî nenase-ne’yane “ek” bêne gotinê, navê qismî mê cûrê
xwe bi p’ir’tika “ê” distînin, lê h’erke navê qismî nêrin, cûr’ê xwe
nagöhêzin, mesele:
a) Diya Xezalê,/ P’encera malê,/ Xûþka Dîdarê,/ Nanê xêrê,/
Cime’ta ÿlê,/ Gîhayê mêrgê,/ Mêrga Senger’ê û ê din.
b) Birê Barî,/ Ÿla gönd,/ Xûþka K’elo,/ Nanê þivên,/ K’itêva þa-
girt,/ Þorba þîr,/ P’ostê berên,/ Jina doxtir û ê din.
Meselê jorinda xeverê Xezal, mal, Dîdare, xêr, ÿl, Senger’ hatine
göhastinê, ser paþkoka wanda p’ir’tika “ê” zêdebûye. Ew xever giþk xe-
verê qismî mêne. Ew wan meselada xeverê t’aynkerin. H’erke ew pêþîyê
bêne xeitandinê, t’ayenkirîvin, wî çaxî cûr’ê wan wê bive p’ir’tika
“a”.
Mesele:
Xezala Mîro,/ mala Barî,/ Dîdara me,/ xêra wî,/ qebîla we,/ mêrga
hêþîn.
Jorê li benda b) xeverê Barî, gönd, K’elo, þivan, þagirt, þîr,
30
31
beran, doxdir xeverê qismî mêrin, h’erke ew mîna xeverê taynkirî bêne
xevitandinê, cûr’ê wanî hevbendî bi p’ir’tika “ê” wê bê gotinê.
Cömlê isada hergav li pêþîyê navê tiþtê r’öh’ber û ner’öh’ber
têne gotinê, lê paþê sê cûr’e xever têne gotinê. Ew cûr’e xever evê
jêrinin:
1)
a) xeverê navê tiþtê r’öh’ber û ner’öh’ber
b) cînavê arizîtîyê (min, te, wî, me, we, wan (a) û
v) xeverê r’engnîþ, sifetnîþ, mesele:
2)
a) Xûþka Xelo,/ k’ofîya Senemê,/ Mala Barî,/ göndê Þamîranê,/
p’ostê karê,/ þivka þivên,/ k’itêva þagirt,/ çakûç’ê h’esin,/ dara sêvê,/
k’êranê malê,/ zevîya gênim,/ zevîya gönd.
b) Konê me,/ mala te,/ göndê wan,/ destê wê,/ birê wî.
v) konê r’eþ,/ mêrga hêþîn,/ göndê mezin,/ dara dirêj,/ kör’ê aqil,/
jina jîr,/ mêrê qoçax,/ kirasê sipî,/ mala teng,/ meydana fire,/ r’iya
r’ast û gelekê dinê.
3)
a) Xûþkeke K’elo,/ Maleke Barî,/ göndekî ij gonda,/ þivikeke
þivên,/ zevîke gênim,/ dareke sêva.
b) konekî me,/ maleke te,/ göndekî wan,/ destekî wî,/ birakî te.
v) mêrgeke hêþîn,/ göndekî mezin,/ t’extekî dirêj,/ kör’ekî aqil,/
jineke jîr,/ maleke teng,/ meydaneke teng,/ r’êke dirêj.
Cömlê jorinda xeverê pêþîyê hergav cûr’ê xweyî hevbendî bi
p’ir’tikê hevbendîye “a”, “ê”, “e”, “î” distînin. H’erke xever navê qismî
mêvin, ew cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tikê “a”, “e” distînin, h’erke
xever navê qismî nervin, ew cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tikê “ê”, “î”
distînin. Van xeverê navar’a, k’îjan cömla navada pêþîyê têne gotinê,
divêjin xeverê teyinkirî, çimkî bi alîk’arîya p’ir’tikê “a”, “e”, “ê”,
“î” ew têne teynkirinê, qism têne nîþankirinê. Cûr’ê “a”, “e”
nîþandikin, kö ew navê qismî mêne, lê cûr’ê “ê”, “î” nîþandikin, kö
ew navê qismî nêrin.
Wan xeverar’a, k’îjan axirîya cömla navada têne gotinê, di-
vêjin t’aynker, çimkî xever
1) navê tiþtê r’öh’ber û ner’öh’ber,
2)cînavê arizîtîyê,
3)xeverê r’engnîþ, sifetnîþ navê pêþin t’ayndikin, didine
k’ivþê.
Î. Xeverê taynkirî û t’aynker
Jorê hate gotinê, kö cömla xeverada pêþîyê navê t’aynkir têne
gotinê, paþê- navê t’ayinker.
Mesele: Barîyê Mîro,/ K’eleþê Þemo,/ þivanê gönd,/ þîrê bi-
zinê,/ beranê k’ok,/ dersdarê me.
a) t’aynker navê qismî mêne:
Þagirtê mek’t’evekê,/ kör’ê jinekê,/ nanê malekê,/ derê odekê,/
navê keç’ikekê,/ belgê k’itêvekê,/ cime’ta ÿlekê,/ karê bizinekê û ê din.
b) T’aynker navê qismî nêrin:
Cime’ta göndekî,/ mala merîkî,/ dengê hevalekî,/ ava ç’emekî,/
dîwarê xanîkî,/ goþtê beranekî,/ gotina merivekî,/ pezê þivanekî.
Pirs:
a) Çiçax cömla ij dö navada hevbendîyê “a”, “e” didine xevitan-
dinê?
b) Çiçax jî cömla ij gele navada p’ir’tikê “ê”, “î” didine xe-
vatê?
Sipartin:
a) Gilîyê jêrin bixûnin û wana deft’era xweda binivîsin.
b) Dewsa niqitka, k’îderê lazime, p’ir’tikê hevbendîye “e” û “î”
binivîsin.
-Deft’era sor. biç’ûk ser t’exteye.
-Gölîzer dersdareke baþ, delal. dilþa bû.
- Hevalê min. xêrxwz. baþ.
32
33
- K’êranê dirêj., r’eþ., qalin anîn.
Pirs:
1.Çima carna xeverê r’engnîþ, sifetnîþ û cînavê arizîtîyê pey
xeverê taynkirî cûr’ê xweyî hevbendîyî bi p’ir’tika “e”, carna jî- bi
p’ir’tika “î” distînin?
H’erke navê qismî mê û nêr bi p’ir’tika yekanî nenase nee’yan
“ek”-va mîna taynkira bêne xevitandinê, wî çaxî dîsa xeverê t’aynker
(xeverê r’engnîþ, sifetnîþ, û cînavê arizîtîyê) cûr’ê xwe bi p’ir’tikê
“e”, “î” wê bistînin.
H’erke xevera taynkirî navê qismî mêve, xeverê pey wê cûr’ê xwe
bi p’ir’tika “e” distînin, mesele:
-Bizineke beleke t’opal çolê maye.
-Em k’etine gelîkî k’ûrî dirêj.
- Aveke sare zelal ij kanîyê diher’ikî.
H’erke xevara taynkirî, navê qismî nêrve, wî çaxî cömlêda xe-
verê taynker cûr’ê xwe bi p’ir’tika “î” distînin.
Mesele:
Ew göndekî mezinî, xweþda dima.
Merivekî xêrxwezî, merd k’omek da te.
Ewî beranekî kelî, sor anî.
Kör’ekî minî mezinî, dersdar heye.
Sipartin:
a) Cömlê jêrin bixûnin û deft’era xweda binivîsin.
b) Dewsa niqitka deft’era xweda p’ir’tikê hevbendîye “e” û “î”
binivîsin.
Göndê me göndekî þên., xweþ..
Qebîla me li e’rdekî þên., xweþ., dewlemendda dimîne.
Mîro merivekî camêr., xêrxweze.
K’elo þivanekî pispor., jîr bû.
Pirs:
1.Çi çax xeverê taynker cömla navada cûr’ê xweyî hevbendî bi
p’ir’tika hevbendîye “e” û çiçax jî bi p’ir’tika hevbendîye “î” dis-
tînin?
Y. P’ir’tika hevbendîye p’ir’anî
Zimanê ÿzdîkîda p’ir’tikeke hevbendîye p’ir’anî heye. Ew
p’ir’tik “ê”-ye. Cömla navada ev p’ir’tik ser paþkoka xeverê t’aynkir
zêdedive û p’ir’anîya wan dide k’ivþê, mesele:
Keç’ikê ÿzdîya r’indin,/ kör’ê gönd xevatçîne.
Pirs:
1.P’ir’tika hevbendîye “ê” çi dide k’ivþê û k’engê didine xevatê?
H’erke cömla navada sê-çar xeverê t’aynker pey xevera
taynkirîda bêne gotinê, wî çaxî p’ir’tika hevbendîye “e” ser t’aynke-
rada zêdedive. Eva yeka isa dive, h’erke xevara t’aynkirî p’ir’tika
hevbendî p’ir’anîva bê gotinê.
Mesele:
-Qîzê bedewe delal mek’t’evêda dixevitin.
- Qîzê jîre, nazik distirên.
-Sêvê sore þîrin bînin.
Nasî: Meselê jorinda p’ir’tika “e”, k’îjan ser t’aynkerada
zêdebûye, jimara p’ir’anî dide k’ivþê.
K. P’ir’tika hevbendîye p’ir’anîye navê nenase
nee’yan
Zimanê ÿzdîkîda p’ir’tika hevbendîye p’ir’anîye navê nenase
nee’yan tê h’esavkirinê p’ir’tika “ne”.
Çaxê eva p’ir’tika ser paþkoka xeverê t’aynkirîda zêdedive, wî
34
35
çaxî xevera taynkirî tê fe’mkirinê mîna xevera p’ir’apnî nenase
nee’yan, lê xevera t’aynker cûr’ê xweyî hevbendî bi p’ir’tika “e” dis-
tîne,
mesele:
-Lawikne xerîv hatne mala apê Mîro.
-Gölne sor deþta ber göndê meda þînbûne.
-Qîzne delal çolê p’inca’rê diçinin.
K’. göhastina nava
Zimanê ÿzdîkîda navê heyînê têne göhastinê, mesele, “dê”: “dê hat”,
li vira xevera “dê” nehatîye göhastinê. Lê “diya min hat”, “Min dêr’a
got”, “ew mala dêda bû”, “ew û dêva hatne mal” e’yandikin, wekî xeveara
“dê” hatîye göhastinê. P’ir’tikê “a”, “ê”, “êva”, “êda”, “êr’a” ser xevera
“dê” zêdebûne û cûr’ê wê göhastine. Divêjne vê göhastinê cûr’ê nava
“göhastina h’alê nava”.
Cûr’ê h’alê nava
Zimanê ÿzdîkîda þeþ cûr’ê h’alê nava hene:
1.h’alê r’ast,
2.h’alê gazîkirinê
3.h’alê tewandî
4.h’alê hevr’a
5.h’alê t’evayî
6.h’alê cîwar.
1.h’alê r’ast
Divêjne wî h’alî h’alê r’ast, cûr’ê k’îjanî nehatîye göhastinê.
H’alê r’ast cava pirsê k’î? û çi? dide.
K’î hat?- Cav- xûþk hat. Kör’ hat.
K’î digrî? Cav- xûþk digrî, zar’ digrî.
Te k’ê dît? Cav- min keç’ik dît. Min kör’ dît.
K’î çi dike? Cav- keç’ik r’ojne’mê dixûne. Kör’ r’ojne’mê dixûne.
2.h’alê gazîkirinê
Divêjne wî h’alî h’alê gazîkirinê, k’îjan fikira gazîkirinê dide
k’ivþê, çaxê merivek gazî merivekî/e din dike, yan jî tiþtekîr’a xever-
dide.
Bona gazîkirinê p’ir’tika “o” ser navê qismî nêr zêdedive, lê
p’ir’tika “ê” ser navê qismî mê zêdedive. P’ir’tika “o” nîþandike, kö
gazî mêra dikin, lê p’ir’tika “ê” nîþandike, kö gazî jina dikin.
Mesele:
Xûþkê, navê te çîye?
Kör’o, tö çi dikî?
Bavo, seva min cote gore bik’ir’e.
3.h’alê tewandî
Divêjne wî h’alî h’alê tewandî, k’îjan dide k’ivþê, wekî h’alê
xeverêyî r’ast hatîye tewandinê.
H’alê tewandî cava van pirsa dide: ê k’ê?, k’ê? çi, k’ê kir? çi dikî,
ya k’ê? ij k’îderê?
H’alê tewandîda, h’erke nav bi p’ir’tika yekanî nenas nee’yan “ek”
bêne gotinê, wî çaxî navê qismî mê h’alê tewandîda cûr’ê xwe bi
p’ir’tika “ê” distînin, lê navê qismî nêr nayêne göhastinê.
Mesele:
a) navê qismî mê h’alê tewandîda:
Qîzikê þöxöl kir./ Xezalê nan anî./ Ez k’itêvê dixûnim./ K’itêva
dersdarê bîne./ Nanê malê te h’elalve./ Ez ij R’ewanê têm.
b) Navê qismî nêr h’alê tewandîda:
Xelo þöxöl kir./ Ez xöarinê dixöm./ Ewî K’elo h’iznedikir./ Barî av
anî./ Ew kevir kewkîdike./ Ew çû mal./ Ew ber dîwêr sekinîne.
4.h’alê hevr’a
H’alê hevr’a bi alîk’arîya paþp’ir’tika “r’a” çêdive. Eva p’ir’tika
ser cûr’ê h’alê tewandî zêdedive.
H’alê hevr’a kirina hevr’a, cî-warê kirinê, cîyê r’aberkirinê dide
36
37
k’ivþê. Ew cava van pirsa dide: “k’êr’a?, çir’a?, k’ör’a?”.
Mesele:
Te deft’er k’êr’a anî? Cav- Min deft’er Seyrêr’a anî.
Ewî gilî k’êr’a got? Cav- Ewî gilî Seyrêr’a got.
Kör’ k’êr’a hat? Cav- Kör’ Anêr’a hat.
Esker nav çir’a k’iþîya? Cav- Esker gêlîr’a k’iþîya.
Simo k’êr’a çû mal? Cav- Simo Mîror’a çû mal.
5.h’alê t’evayî
Divêjne wî h’alî h’alê t’evayî, k’îjan kirina t’evayî dide
k’ivþê. Ew kirina e’melekî, bûyîna tiþtekî t’evayî, cî-warê qewiman-
dina tiþta dide k’ivþê. Ew cava van pirsa dide: k’êva?, çiva? t’evî k’ê?
Mesele:
Meymûn çiva h’ilk’iþîya? Cav- Meymûn darêva hilk’iþîya.
Hûn k’êva li Sînekê diman? Cav- Em malêva li Sînekê diman.
K’ag’ez çiva zeliqîye? Cav- K’ag’ez k’itêvêva zeliqîye.
Ewî golik çiva girêda? Cav- Ewî golik darêva girêda.
6. H’alê cîwar
H’alê cîwar bi alîk’arîya p’ir’tika “da” çêdive. H’alê cîwar
cî û warê kirinê û bûyînê dide k’ivþê. Ew cava van pirsê jêrin dide:
çida?, k’îderê?, k’îjanêda?, k’îjanîda?
Mesele:
Av çida heye? Cav- Av þelpikda heye.
b) Göhastina nava û cûr’ê h’alê wan
Zimanê ÿzdîkîda dö cûr’e nav hene:
a) navê qismî mê (jin)
b) navê qismî nêr (mêr).
H’alê göhastîda herdö cûr’ê nava ne mîna hevin.
1.h’alê r’ast- sal
2. h’alê gazîkirinê- salê
3. h’alê tewandî- salê
4. h’alê hevr’a- salêr’a
5. h’alê t’evayî salêva
6. h’alê cîwar- salêda.
Navê qismî mê bi p’ir’tika yekanî nenas “-ek”- va vî
cûr’eyî tê göhastinê:
1. h’alê r’ast- met’ek
2. h’alê gazîkirinê- t’ine
3. h’alê tewandî- met’ekê
4. h’alê hevr’a- met’ekêr’a
5. h’alê t’evayî- met’ekêva
6. h’alê cîwar- met’ekêda.
Cûr’ê nav qismî nêr bi vî cûr’eyî têne göhastinê:
1.h’alê r’ast- þeher
2.h’alê gazîkirinê- þehero
3.h’alê tewandî- þeher
4.h’alê hevr’a þeherr’a
5.h’alê t’evayî- þeherva
6.h’alê cîwar- þeherda.
Cûr’ê navê qismî nêr bi p’ir’tika yekanî nenas-nee’yan –
“ek”-va têne göhastinê:
1.h’alê r’ast- þeherek
2.h’alê gazîkirinê- t’ine
3.h’alê tewandî- þeherekî
4.h’alê hevr’a- þeherekîr’a
5.h’alê t’evayî- þeherekîva
38
39
6.h’alê cîwar- þeherekîda
Pirs
1.Bêjin, k’a k’îjan nav bi p’ir’tika yekanî nenas-ne’yan “ek”-
va xilazdive, k’îjan nav jî bi wê p’ir’tikê têne gotinê?
v. göhastina navê qismî nêr
Navê qismî nêr göhastina xweda p’areveyî ser sê cûr’a divin:
1) Cûr’ekî göhastina wan p’ir’tika yekanî nenas- nee’yan dive,
lê r’ik’inê xweda nayêne göhastinê.
2) cûr’ek jî p’ir’tika yekanî nenase-ne’yanva tê göhastinê, vî
cûr’eyîda jî h’îmê wan nayê göhastinê.
3) cûr’ek jî, t’ev h’îmê xwe, têne göhastinê.
Göhastinê navê qismî nêr bi p’ir’tika yekanî nenase- ne’yan:
Jimara yekanî
1.h’alê r’ast- kör’, þeher
2.h’alê gazîkirinê- kör’o, þehero
3.h’alê tewandî—kör’, þeher
4.h’alê hevr’a- kör’r’a, þeherr’a
5.h’alê t’evayî- kör’va, þeherva
6.h’alê cîwar- kör’da, þeherda.
b) Jimara p’ir’anî
1.h’alê r’ast- kör’, þeher
2.h’alê gazîkirinê- kör’no, þeherno
3.h’alê tewandî- kör’a, þehera
4.h’alê hevr’a- kör’ar’a, þeherar’a
5.h’alê t’evayî- kör’ava, þeherava
6.h’alê cîwar- kör’ada, þeherada.
g. Xevitandina cînavê nîþankirinêye “ew”, “ev” pêþîya
nava
Zimanê ÿzdîkîda, h’erke cînavê nîþankirinê “ev”, “ew” pêþîya
navê qismî mê û nêr bêne xevitandinê, wî çaxî cûr’ê cînava û navê
qismî mê û nêr jimara yekanîda mîna hevin.
H’alê ç’ivane, hevr’a, t’evayî û cîwarda cûr’ê qismî mê divin –
ê, êr’a, êva, êda, lê qismî nêrda cûr’ê wan divin –î, îr’a, îva, îda.
Navê qismî mê Navê qismî nêr
1.h’alê r’ast- ev sal ev kör
2.h’alê gazîkirinê - - —
3.h’alê tewandî-evê salê evî kör’î
4.h’alê hevr’a- evê salêr’a evî kör’îr’a
5.h’alê t’evayî- evê salêva evî kör’îva
6.h’alê cîwar- evê salêda evî kör’îda.
Hejmara p’ir’anîda cûr’ê navê qismî mê û nêr mîna hevin, lê ser
paþkoka wanda p’ir’tikê a, ar’a, ava, ada zêdedivin.
Mesele:
Navê qismî mê Navê qismî nêr
1.h’alê r’ast- eva sala ev þeher
2.h’alê gazîkirinê - - —
3.h’alê tewandî-van sala van þehera
4.h’alê hevr’a- van salar’a van þeherar’a
5.h’alê t’evayî- van salava van þeherava
6.h’alê cîwar- van salada van þeherada.
Nasî: cûr’ê cînavê nîþankirinê jimara yekanî carna kin tê
gotinê, li dewsa “evî”, “evê” divêjin “vî”, “vê”, lê dewsa jimara
p’ir’anîda “evan”- divêjin “van”.
40
41
E’DEBYET
Ordîxanê Lezgî
Ÿ’CIZNEVE1.
Gilîê mezina þîretin,
Bona me gelek qîmetin,
Cêr’ibîne gelek cara,
Gilîê wana- dersin mer’a.
2.
Wan mezina e’mir dîtîye,
Hatîye serê wan xwexwaye,
Her gilîkî haj pê hene,
Ew dersdar û zanene.
3.
Nav pirsada þaþdivî, h’erke,
Wexta mezin t’exmîndike,
Tö nevêje: “Gilîyê mine”,
Û gilîê wan t’alanneke.
4.
Lec vê ort’ê ne lazime,
Bîntengneve, ÿ’cizneve,
Ew r’iya e’mirê teyî niha
Ewana- derbazbûne zûva.
5.
Gelek pirs wan qesidîne,
Her pirsekê zanin- cav çîye,
Pisporin ew, þe’rezene,
Mezina çi got, ÿ’cizneve.
16.09.90 sal
Xeverê çetin:
1.Þîretin- t’emîne, gilîyê qencin, aqilin
2.T’alanneke- e’rdênexe, nananeke, înk’arneke
3.Lec- hevdak’etin, e’ynat
4.Bîntengneve- berxwenek’eve, melûlneve, hêrsnek’eve
5. Ÿ’cizneve- bîntengneve, neweste, nek’esire
6.Qesidîne- r’astî wan hatine, hatine cem wan
7.Pisporin- zanene, cêr’ibandîne.
Pirsû pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Þayîr çi t’emîyê dide?
3. Þayîr gilîyê mezina çawa qîmetdike?
4.Bi xeverê þîret, t’alanneke, bînteng, ÿ’cizneve, pisporin cömla
t’eþkîlkin û binivîsin
5.Hûn qedrê dê û bavê xwe, qedrê mezina zanin?
6.Ê qedrê mezina nizanin, ewana merivne çi cûr’eyîne?
QÎZA CIME’TA ŸZDÎAYE XÎRET
Dota cime’ta ÿzdîaye layîqî bîranînê- T’êlîya Silo, göndê
merza Îdirêyî Qereqûyêda dîya xwe bûye.
R’ojekê Siloyê bavê T’êlîyê hêrsk’etî derda tê û divêje kör’a,
wekî Qereqûyêda dîsa ser malê ÿzdîyada girtine û t’alanê wan birine.
Paþê- Zörbe, Cevo, Îsmayîl, Þevavê kör’ê xwe r’adike p’îya, t’emîyê
dide wan, wekî heqê qaçaxa bêne der û t’alên paþda bînin.
T’êlî, wekî devzendkê xwe hildabûn û nan dipe’t, gilî-gotiê bavê
dibihê, herdö nanê xilazîyê jî, bi þewtandina destê xwe, lez-bez
derdixe û dizîva, wekî neferê malê nevînin, ij dîwêr t’ivinga
k’içûçapê hildide û dilezîne alîyê k’ivþkirî.
T’êlî qeleça k’olayîda berê t’ivingê dide yalê r’ê. “Ewin”,- di-
fikire: ew fesal r’ex r’êva derbazdive û piþva nêzîkî t’e’vîya dive.
42
43
T’êlî bi agirkirina pêþine
r’astlêxistî yekî diha ce-
newar cêrgê derdixe. H’e-
tanî h’erdê dinê
þaþop’aþobûyî pacda
dinihêr’in, göla dinê ê döda
e’rdêdixe. Ê sisîya
dicêr’ibîne bir’eve. Göla
T’êlîêye bi sirê meremê wî
dit’er’ibîne.
Dengê göla gönd r’adike
ser p’îya. Bi qalmeqalmê,
qar’eqar’êr’a ahil û cahilê
gönd digihîjne cîê cî. Kirina T’êlîêye mêrxasîê wana e’cêvmayî di-
hêle.
We’dekî þönda mala Silo t’ev gele-geleka cîgöhêzî vî berî Erez
dive û h’îmê xwe göndê neh’îa Axbaranêyî K’orbilaxêda (niha- Þênkanî)
lêdixe. Wî çaxî dilê Þîrinþayê E’mer, ê kö göndê Karvanserayêda
(niha- Sadûns) dima, dik’eve T’êlîyê. Axirîyê ew evîntî bi nîþankirinê
û def-de’watê xilazdive. Çar zar’ pey wan k’etin- dö qîz, dö kör’.
Döa’yê T’êlîya dê, dota cime’ta ÿzdîaye xîretî xêrê, ser ewledê
wê û t’emamîa cime’ta ÿzdîya kêmnevin, k’îjan zane ne kö t’enê pesnê
pêþê xweye nav-deng bide, lê isa jî- dilê xweda bîranîna wane geþ
xweyke.
Xeverê çetin:
1.Dot- qîz, keç’
2.Hêjayî- layîqî
3.Bîranîn- bîra xweda xweykirin
4.Îdir û Qereqû- niha e’rdê T’irkîaêdanin
5.Derda tê- tê höndör’
6.Ser malada girtine- h’icûmî ser kirine, niþkêva h’icûmî ser kirine
7.T’alan- hebûk, male, wekî qaçax divin
8.T’emî- þîret
9.Heqê qaçaxa bêne der- qaçaxa cezakin, dîwana wan bikin
10.Devzendk- kevîya körtike ser zenda, kevîy k’incê mildirêje ser
zenda
11.T’ivinga k’içûkçapê- t’ivinga ç’ûke, lûla wê kine
12.Qeleçe- t’e’vî, cîê k’ûr, te’lde, ij k’ö agirdikin
13.Fesal- nerme-nerm, hêdîka, ker’e-ker’
14.T’e’vî- qeleçe
15.Cenewar- gir, bêh’ûde
16.Dit’er’ibîne- nîvcî dihêle, þerpezedike
17.Qalmeqalm- qar’eqar’, qûjeqûj
18.Ahil- kal, e’mrê mezin
19.E’cêvmayî- zendegirtî, met’elmayî
20.Ewled- zar’, kör’, qîz,
21.Pesin- p’ayî
22.Geþ- baþ, r’ind
Pirs û pêþdanîn:
1.T’êlîya Silo k’îderê dîya xwe bûye?
2.Serhatîyê hînvin û gilîkin
3.Îdir û Qereqû niha k’îderêne?
4.R’ojekê bavê T’êlîyê hêrsk’etî derda hat û çi got?
5.Silo paþê çi kir?
6.T’êlîyê, çaxê gilîyê bavê xwe bihîs, çi kir?
7.T’êlîyê wexta þêr’ çi kir?
8.Mala Silo paþê cîgöhêzî k’ö bû?
9.Axirîya T’êlîyê bû çi?
10.Bi xeverê dot, t’alan, devzendk, qeleçe, fesal, t’e’vî,
þaþop’aþobûyî, t’er’ibandin, qalmeqalm, e’cêvmayî, pesin cömla
binivîsin.
44
45
Cemalê Ûsiv
(1956)
ZAR’OTÎYA MIN1.
Ez te nav göl û gîhada diger’im,
Nava- qiþa berbanga sivê
Û li serê ç’îayê bilind,
Nav k’en û bengizê cewkê nazik.
2.
Ez te e’zmanê sayîda diger’im,
Ser r’ê-þiver’êya,
Li þikevtê gelîyê mezin
Û- li zozana.
3.
Te diger’im li her dera,
Li h’emû cîya,
Te diger’im li dinîy xweye
Bîranînada.
Xeverê çetin:
1.Qiþa- qir’avî
2.Bengiz- k’êf, beþer
3.Sayî- t’emiz, bêe’wr
4.Þiver’ê- r’îya yekp’ê, teng, kêmber
5.Þikevt- mig’are, zag’e
6.Zozana- li ç’îya
Pirsû pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Þayîr zar’otya xwe k’ö diger’e?
3.Pê xeverê qiþa, bengiz, sayî, zozan cömla t’eþkîlkin
4.Þayîr çima zar’otîya xwe diger’e?
Cemalê Ûsiv
DAYÊ
1.
Gelo, þîrê te þîrintir
Îd çi heye li vê dinê?
Ji navê te bilindtir
Îd çi heye li vê dinê?
2.
Gelo, h’emêza te germtir
Îd çi heye li vê dinê?
Û zarê te xweþtir
Îd çi heye li dinê?
3.
Kö li dinê merî t’emam
Mîna te h’eyf, omdayîvin,
Dîsa, gelo, þer’ û þilt’ax
Îdî wê hevin li vê dinê?
Xeverê çetin:
1.Zar- dev, ziman
2.Omidayîvin- h’eyfvin, r’e’mvin
3.Þer’ û þilt’ax- þer’, bög’dan
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Bi xeverê zar, omidayî, þer’ û þilt’ax cömla çêkin û binivîsin
46
47
T’EMEDÎYA ÞÎXADÎ1.
Bablîko, tö r’ave r’eh’manî,
Dîwan ger’îya qeynt’ere,
Þîxadî zane k’î li pêþe, k’î li bere.
Binat’ara vî qewlî girêda E’yn il beyzaye.
Yar û birê axretê hûn r’avin semayê.
2.
K’ereme, xödanê k’eremê,
Gêþê gelîyê Laliþê,
Gölbanîke r’e’metê,
Yeke axretê,
R’e’mel li dê-bavê hadêr-gödêra,
Mirîd, momina,
P’îr- hostayê me jî pêr’a,
Mal-mezelê em têda,
R’e’mel gor’a seydayê min.
Xeverê çetin
1.Bablîko- bavo
2.R’e’manî- dilr’e’mî
3.Dîwan- miclis, h’ökömet
4.Qeynt’er- r’êz, mêzîn
5.Binat’ar- binî, jêrê
6.Sema- govend, r’eqasa t’irêqa
7.K’erem- r’e’m, me’rîfet
8.Gêþ- dar, ber
9.Laliþ- ziyaretgeha ÿzdîya. Þimala I’raqêdaye
10.R’e’met- dilr’e’mî, qencî
11.Axret- axirî, xilazî, dinîya din
12.Momin- xwedênas, xwedêh’evîn
13.Seyda- dersdar, t’emîk’ar
14.E’yn il beyza- Kanîya sipî
15.Hadêr- hazir
Pirs û pêþdanîn:
1.”T’emedîya Þîxadî” k’engê tê gotinê?
2.Îzna k’ê heye “T’emedîya Þîxadî” bêje?
3. Yar û birê axretê k’îne?
4.Gelîyê Laliþê li k’öye?
5.Mirîd k’îne?
6.P’îr k’îne?
7.Xeverê döa’ “T’emedîya Þîxadî”-ye çetin binivîsin û þirovekin.
K’ILAMA E’MERÊ T’EMO(K’ilama cime’tê)
1.
Alecê dinihêr’im- berf û baye,
K’içûkçapê ser çoka E’merê T’emo- kekê E’zîz, bavê Ah’med, alaveke giran
daye,
E’r’afê medanê E’mer sê denga dike gazî:
-E’lîê bira, þayîþa nek’þîne, min h’eyfa Ah’medê bira hildaye…
Mêrxaso, tö xweþmêrî”.
2.
Ezê Alecê dinihêr’im serejêre,
Xwedêva e’yane, r’ojê oxirmê giran qîr’îna E’merê T’emo, kekê E’zîz,
bavê Ah’med ser nayarada tê mînanî E’lîyê þêre,
Þe’de-þûdê E’merê T’emo gelekin, gele hene, qeleçîya jorin, qeleçîya
jêrin pê dûrbînîya k’içûkçapê k’oma neyara lev dijbêre.
3.
E’merê T’emo siyarê vê kih’êlê,
Gevez xanimê dest avît vê dizgînê,
Divê: “Tö were, peyave, tö xweþmêrî”.
48
49
Xeverê çetin:
1.Alec- navê gelîye
2.K’içûkçap- t’ivinga ç’ûk, lûlekin
3.Alava agir- germa ÿgir
4.E’r’afê meydanê- deþta þêr’, meydana þêr’
5.Þayîþa nek’þîne- berxwenek’eve, bîn-
tengneve, xema neke, minetê negre
6.H’eyf… hilda- xûn e’rdê nehiþt, h’eyf
vekir, cav da
7.Mêrxas- e’gît, e’fat, fêris
8.Xweþmêr- xört, cöle’t, bêtirs, xweyê
qedrê giran
9.Serjêr- serberjêr, mêl
10.R’ojê oxirmê giran- r’ojê çetin, deqê giran, h’alê giran, çetin
11.Neyar- dijmin, xêrnexwez
12.Qeleçî- t’e’vî, ç’e’l, cîê xwe telandinê
13.Dûrbîn- hacetê pê dûr divînin
14.Kih’êl- cisnê h’espaye
15.Dizgîn- gem, hevsör’
Pirs û pêþdanîn:
1.K’ilamê hînvin û ezber bêjin
2.K’ilam avîtne ser k’ê?
3.K’ilam ya k’îjan zemanîye?
4.E’merê T’emo k’îye?
5.Pê xeverê alav, e’r’afê meydanê, þayîþ, h’eyfhildaye, serejêre, dûr-
bîn, kih’êl, dizgîn cömla t’eþkîlkin û deft’era xweda binivîsin.
ZIMAN
XEYSETNAVDivêjne wê xeverê xeysetnav, k’îjan navê arizîtîyê, cûr’ê
tiþta, r’eng û r’ûyê meriva, tiþta dide k’ivþê. Nîþankirina malê
arizîtîyê, cûr’e, r’eng û r’ûyê mêriv û tiþta, tiþtê r’öh’ber û ê ne
r’öh’ber tê h’esavkirinê nîþankirin û t’ayînkirina nava, xeyset û
sifetê wan.
Zimanê meda xeysetnav levanîna navada hergav pey navê heyînê
têne xevitandinê.
Xeysetnav r’eng û r’ûyê nava nîþandikin û hergav pey wan têne
gotinê, mesele:
Deft’era sor,/ konê fire,/ mala bilind,/ kör’ê jîr,/ bizina belek,/
gelîyê k’ûr,/ bejna zirav,/ xanîyê mezin,/ jina jîr,/ mala vala,/ cînarê
xêrxwez,/ merîyê qenc,/ göndê þên.
Lê çaxê dö-sê xeysetnav pey hev têne xevitandinê û dö-sê cûr’e
r’engê wan nîþandikin, wî çaxî xeysetnavê nîveka k’oma navda cûr’ê
xweyî hevbendî bi p’ir’tikê “î”, “e” distînin.
H’erke pêþîya k’oma xeysetnava navê qismî nêr tê gotinê, wî çaxî
cûr’ê navê xeysetnav nîveka navada cûr’ê xwe bi p’ir’tika “î” wê
bistîne.
H’erke navê pêþin navê qismî mêve, ewê cûr’ê xwe bi “e” distîne.
Mesele:
Xortê delalî, aqilî, jîr hate mala me.
Birê baþî, xêrxwezî, qenc alîk’arîyê dide bira.
We konê r’eþî mezin vegirt.
Dîwarê dötayî bilind.
Serk’arê mezinî, e’zîzî xêrxwez.
Keç’a bedewe, delale, aqil.
Dara bilinde, hêþîn.
Cînara baþe, xêrxweze qenc.
50
51
Kanîya zelale, sar.
Laç’ika mezine sipî.
Jorê safîbû, wekî xeysetnav her t’enê li nîveka k’oma navada
têne göhastinê. Niha lazime em bêjin, wekî göhastinê wan her t’enê
axirîya k’oma navada tê ber ç’e’va. Ew göhastin wî çaxî dive, çaxê
paþp’ir’tikê “r’a” “va”, “da” digihîjne axirîya xeysetnav, axirîya
k’oma nava.
Göhastina xeysetnava jimara yekanî, p’ir’anîda t’emamîya þeþ
h’alê navada mîna heve, mesele:
Jimara yekanî Jimara p’ir’anî
1.h’alê r’ast- xortê jîr xortê jîr
2. h’alê gazîkirinê- xortê jîr xortê jîr
3.h’alê ç’ivane- xortê jîr xortê jîr
4.h’alê hevr’a- xortê jîrr’a xortê jîrr’a
5.h’alê t’evayî- xortê jîrva xortê jîrva
6.h’alê cîwar- xortê jîrda xortê jîrda.
Ev mesela jorê nivîsî dide k’ivþê, wekî cûr’ê xeysetnavê h’alê
r’astda, gazîkirinêda, ç’ivaneda bi cûr’ekîye, lê h’alê dinêda cûr’ê wan
bi alîk’arîa p’ir’tikê “r’a”, “va” “da” ij hev têne baþqekirinê.
Sipartin:
1.Gotina jêrin bixûnin û deft’era xweda binivîsin.
2.Bidine k’ivþê, k’a xeysetnav çi h’alîda hatine gotinê.
3.Dewsa niqitka, k’îderê lazime, p’ir’tikê “r’a”, “va”, “da” binivîsin.
a) Te k’itêv þagirtê biç’ûk.. anî, wekî ew bive.
b) Xezal qöt’îya mezin.. k’incê xwe vedþêre.
v) Xort û qîz mek’t’eva navîn.. hîndivin.
g) Ew herdö nava mêþeva hatin, lê paþê ew ij r’îya fire derk’etin,
mêrga hêþîn.. çûne ser kanîya sar.
g’) Bîra k’ûr.. av t’inebû.
d) Gelîkî k’ûr.. av dik’iþîya, li binat’ara ç’îyayê bilind kanîke
zelal hebû.
Pirs:
a) Çima nîveka k’oma navada hine xeysetnav cûr’ê xwe bi p’ir’tika
hevbendîye “î” distînin, hinek jî- cûr’ê xwe bi p’ir’tika hevbendîye
“e” distînin?
b) K’îjan h’alê xeysetnava mîna hevin?
v) K’îjan h’alê xeysetnava jî bi alîk’arîya çi paþp’ir’tika ij
hev têne baþqekirinê?
Himberîhevkirina xeysetnava
Himberîhevkirina xeysetnava dide k’ivþê, kö cûr’e, r’eng û r’ûê
navê tiþta û navê merîya himberî hev dikin û dixwezin bizanvin tiþtê
ne r’öh’ber bi çi r’engî, çi cûr’eyî û çi teherî hev têne baþqekirinê.
Zimanê ÿzdîkîda sê cûr’ê himberîhevkirina xeysetnava hene. Ew
hersê cûr’e evin:
1) Cûr’ê himberîhevkirina r’eng û r’û.
2) Cûr’ê himberîhevkirina kêmtir û zêdetir.
3) Cûr’ê himberîhevkirina here zêdetir.
Cûr’ê himberîhevkirina r’eng û r’ûyê tiþta
Cûr’ê himberîhevkirina r’eng û r’ûyê tiþta r’eng, r’û û cûr’ê
tiþta dide k’ivþê û merîya himberî hev dike.
Mesele:
- Qîr r’eþe, lê þîr sipîye.
- Mala me mezine, lê mala we ç’ûke.
- Eva dara bilinde, lê ew dar nimize.
- Li zozana sare, lê li arana germe.
Cûr’ê himberîhevkirina kêmtir û zêdetir
Teherê himberîhevkirina kêmtir û zêdetir kêmtir û zêdetirîya
r’eng û r’ûyê tiþta, merîya dide k’ivþê. Ew dide k’ivþê, kö cûr’ek,
r’eng yanê jî cûr’ê tiþtekî ij cûr’e, r’eng û cûr’ê tiþtê din kêmtire,
52
53
yan jî zêdetire.
Cûr’ê himberîhevkirina kêmtir û zêdetir bi alîk’arîya p’ir’tika
“tir” û xevera “ij” tê çêkirinê. P’ir’tika “tir” digihîje paþkoka xey-
setnava, lê xevera”ij” pêþîya xeysetnava tê gotinê, mesele:
Deft’era min ij deft’era te mezintire.
H’alê xîreta ij h’alê bêxîreta xweþtire.
R’iya me ij r’iya we r’asttire.
Ot’axa Mîro ij ot’axa Simo ç’ûktire.
Sitûn ij dîwêr bilindtire.
Cûr’ê himberîhevkirina herekeêmtir, herezêdetir
Cûr’ê himberîhevkirina herekêmtir û herezêdetir dide k’ivþê,
kö r’eng, r’û û cûr’ê tiþtekî, merivekî ij r’eng, r’û û cûr’ê tiþtê din,
merivê din herekêmtire, yan jî herîzêdetire. Bona vî teherî zimênda
xeverê “diha”, “hê”, “here”, “t’ewra” didine xevatê û xevera “ij” û
p’ir’tika “tir” pey têne xevitandinê, mesele:
E’mirê me ij e’mirê we diha xweþtire.
Ava Axbaranê ij ava R’ewanê diha sartire.
Göndê me ij göndê we çêtire.
Dara ber ij wê darê diha bilindtire, lê dara ber derê me ij wê
darê hê bilindtire.
Dara ber derê me ij dara ya here bilinde.
Dara ber derê me ij t’emamîa dara t’ewra bilindtire.
Sipartin:
1) Gilîyê jêrin bixûnin û bidine k’ivþê, k’a k’îjan xeysetnav,
k’îjan cûr’ê himberîhevkirinêda hatine xevitandinê.
2) Dewsa niqitka, k’îderê lazime, xevera “diha”, p’ir’tika “tir”
binivîsin.
-Deþta R’ewanê germe, lê li ç’îyayê Elegezê … sare.
- Ev avayî mezine, lê ew avayî … biç’ûke.
- Ev gönd ij göndê we þên….
- Te xevata xwe ij xevata min baþ… û r’ind… kirîye.
- Mala we mezine, lê mala me ij mala we mezin…e.
Pirs:
1.Çend cûrê’ himberîhevkirinê hene?
2.Bi alîk’arîya k’îjan xevera xeysetnav ij hev têne baþqekirinê?
CÎNAV
Divêjne wan xevera cînav, k’îjan dewsa meriva û navê tiþta
têne xevitandinê. Mesele, em bêjin: “Mîro minr’a ne’me þand, ewî
ne’mêda nivîsîbû”. Vira xevera “ewî” dewsa xevera “Mîro” hatîye go -
tinê.
Zimanê ÿzdîkîda h’eyþt k’omê cînava hene. Navê wan k’oma evin:
1.Cînavê sifeta
2. Cînavê nîþankirinê
3. Cînavê serxwe
4. Cînavê hevdötîyê
5. Cînavê eleqetîyê
6. Cînavê pirsa
7. Cînavê nedîhar
8. Cînavê çiqasîyê.
1)Cînavê sifeta
Cînavê sifeta ewin, k’îjan navê kesekî, yan jî- dewsa navê
tiþtekî têne xevitandinê. Ÿzdîkîda dö k’omê cînavê sifeta hene:
a) Divêjne k’omekê cînavê sifeta (kesa), yan- k’oma r’ast.
b) Divêjne k’oma dinê cînavê sifetaye ç’ivane (tewandî).
Herdö k’omada jimara yekanî û p’ir’anî têne k’ivþkirinê.
Cînavê sifetaye k’oma r’ast
Yekanî P’ir’anî
1.sifetê (kesê) yekê- ez em
2.sifetê döda- tö hûn
54
55
3.sifetê sisya- ew ew, ewana
Cînavê vê k’omê vî cûr’eyî didine xevatê:
Ez hatim
Tö hatî
Ew hat.
Em r’ûniþtin
Hûn hatne mal
Ew (ana) derk’etin.
Ez têm.
Tö diçî.
Ew r’adive.
Em dixevitin.
Hûn dixevitin.
Ew (ana) dixevitin.
b) cînavê sifetaye k’oma ç’ivane
Yekanî p’ir’anî
1.sifetê (kesê) yekê- min me
2. sifetê (kesê) döda- te we
3.sifetê (kesê) sisya- ewî, wî ewê, wê ewana, wana
Cînavê vê k’omê jî bi vî cûr’eyî didine xevatê:
-Te xevata xwe kir.
-Te xevata xwe berî min kir.
-Ewî gote min, wekî ewî Silor’a ne’me þandîye.
-Dengê te nimize, lê dengê wî bilinde.
- Wana wer’a xanî avakir.
56
57
NASÎ:
a) Jimara yekanîa sifetê (kesê) sisya, ê ç’ivane, dö cûr’a tê xev-
tandinê:
1) cûr’ê t’emamî: ewî, ewê
2) cûr’ê kin: wî, wê.
b) cûr’ê ewî, wî, dewsa sifetê (kesê) navê ser qismî nêr didine
xevitandinê, mesele:
- Ez ewê (wê) divim.
- Ewê (wê) got.
v) cûr’ê ewê, wê dewsa navê qismî mê didine xevatê, mesele:
- Tö ewê (wê) divînî.
- Ez ewê (wê) h’izdikim.
g) dewsa cînavê sifetê (kesê) sisya “ewana” gele cara xever-
danêda cûr’ê kin didine xevitandinê: wan (a), ew, mesele:
Ew çûn. Dewsa ewana çûn, divêjin ew çûn. Lê dewsa “ewana got”
divêjin “wana got”, min ew dîtin.
Vê cömla paþinda “ew” dewsa “ewan” hatîye gotinê. Meselê vî
cûr’eyîda me’na p’ir’anî axirya fêlêda hatîye gotinê.
Göhastina cînavê sifeta
Cînavê k’oma h’alê r’ast nayêne göhastinê, lê cînavê k’oma h’alê
ç’ivaneda têne göhastinê. Göhastinê wan wê yekêva tê ber ç’e’va, kö
paþp’ir’tikê “r’a”, “va”, “da” ser paþkoka wanda zêdedivin.
2)Cînavê nîþankirinê
Divêjne wan nava cînavê nîþankirinê, k’îjan dewsa nîþanki-
rina mêriv û tiþtê dûr û nêzîk têne xevatê. Bona wê yekê zimanê meda dö
cînavê nîþankirinê hene:
a) K’ome cînav dewsa nîþankirina mêriv û tiþtê dûr têne xevi-
tandinê, k’omek jî bona nîþankirina meriv û tiþtê nêzîk têne xevi-
tandinê.
b) dö k’omê cînavê nîþankirinê hene:
1) cûr’ê t’emamî
2) cûr’ê kin.
Yekê jî herdö k’omê cînavê nîþankirinê dewsa navê ser qismî
mê û ê qismî nêr têne xevitandinê.
Cînavê nîþankirinêye bona tiþtê nêzîk
Cînavê nîþankirinêye dewsa tiþtê nêzîk têne xevitandinê,
p’areveyî ser cînavê yekanî û p’ir’anî divin, mesele:
Yekanî p’ir’anî
1.cûr’ê t’emam- eva evana
2.cûr’ê kinkirî- ev van, vana
Cînavê nîþankirinêye bona tiþê dûr
Cînavê nîþankirinêye bona tiþtê dûr jî p’areveyî ser cînavê
yekanî û p’ir’anî divin,
mesele:
Yekanî p’ir’anî
1.Cûr’ê t’emam- ew ewana
2.Cûr’ê körtkirî- ew wan, ewana
Göhastinê cînavê nîþankirinê
Cînavê nîþankirinê mîna cînavê sifeta jimara yekanî û
p’ir’anî têne göhastinê. Jimara yekanîda h’alê ç’ivaneda cûr’ê h’erdö
k’omê cînavê nîþankirinê dö cûr’ene:
- cûr’ek qismî mê nîþandikin,
- cûr’ekî jî qismî nêr nîþandikin.
Cûr’ê h’erdö k’omê cînavê nîþankirinê, ê dewsa tiþtê dûr û
nêzîk vî cûr’eyî têne xevtandinê:
Sipartin:
Cedvela jorê bixûnin û nîþankin, k’a bi k’îjan cînavê
58
59
nîþankirinê, ê dûr û nêzîk ij hev têne baþqekirinê.
3)Cînavê ser xwe
Zimanê ÿzdîkîda t’enê cînavekî ser xwe heye. Xevera “xwe” tê
h’esavkirinê ew cînav. Divêjne vî cînavî cînavê “ser xwe”, çimkî ew
nîþan dike, wekî kirina xödanfêl dizvir’e ser wî xwexa, mesele:
1) Ewî av xwe kir.
2) Ser ç’e’vê xwe þûþtin.
Cînavê ser xwe ösa jî malê arizî dide k’ivþê, mesele:
1) Min ne’ma xwe xwend.
2) Ewî gazî birê xwe kir.
Cînavê ser xwe gele cara tê döcarkirinê, mesele,
1) Ez xwexwe çûm.
2) Tö xwexwe diçî.
3) Ew xwexwe diçe
Göhastinê cînavê ser xwe
Göhastina cînavê ser xwe dide k’ivþê, wekî cûrê’ wî her yeke û
ew cûr’e jimara yekanî û p’ir’anîda nayê göhastinê. Göhastinê wî her
t’enê wê yekêva têne ber ç’e’va, wekî paþp’ir’tikê “r’a”, “va”, “da” digi-
hîjne paþkoka wî.
Yekanî p’ir’anî
1.h’alê r’ast- xwe, xwexwe xwe, xwexwe
2.h’alê gazîkirinê- - -
3.h’alê ç’ivane- xwe xwe
4.h’alê hevr’a- xwer’a xwer’a
5.h’alê t’evayî – xweva xweva
6.h’alê cîwar- xweda xweda
4)Cînavê hevdötîyê
Divêjine wî cînavê hevdötîyê, k’îjan dide k’ivþê, wekî dö
meriv, yan jî dö k’omê meriva, tiþta kirina xwe derbazî ser hev dikin.
Dö cûr’ê cînavê hevdötîyê hene:
cûr’ê “hev” û
cûr’ê “hevdö”.
Xevera hevdö ij dö xevera p’eydabûye: ij xeverê “hev” û “dö”. Herdö
cûr’e fikra xweva yekin, mesele:
- We hev dît.
-Wana hevdö dît.
-Me hev pirskir.
-Me hevdö pirskir.
-Hûn çima hevda k’etine?
-Belgê k’itêvê hevva zeliqîne.
5.Cînavê eleqetîyê
Divêjin wan cînava cînavê eleqetîyê, k’îjan eleqetîya tiþta
didine k’ivþê. Zimanê ÿzdîkîda dö cûr’ê cînavê eleqetîyê hene:
1. “ê”
2.”ya”.
Cînavê “ya” dewsa qismî mê tê xevitandinê, mesele:
a) Eva dvt’era devt’era mine- Eva devt’era ya mine.
b) Vê k’itêvê dayne, ya han bixûne.
Cînavê “ê” dewsa navê ser qismî nêr tê xevitandinê, mesele:
a) Ê dixevite- r’ûspî dive.
6.Cînavê pirsa
Divêjin wan nava cînavê pirsa, ê dewsa nava mîna pirsa didine
xevatê. Zimanê ÿzdîkîda dö k’omê cînavê pirsa hene:
a) cînavek tê h’esavkirinê “k’î?”.
b) cînavek jî tê h’esavkirinê “çi?”.
Cînavê “k’î” bona r’öh’bera didine xevatê.
Lê cînavê “çi” bona tiþtê ne r’öh’ber didine xevatê.
60
61
Mesele:
- K’î hate dersê?
- K’î me qence?
- Çi ne qewimîye?
- Çi vira heye?
- Ewî çi kir, min nedît?
Göhastina herdö cînavê pirsa vî cûr’eyîye
H’al seva navê meriva seva navê tiþta
1.h’alê r’ast k’î çi
2.h’alê gazîkirinê - -
3.h’alê ç’ivane k’ê çi
4.h’alê hevr’a k’êr’a çir’a
5.h’alê t’evayî k’êva çiva
6.h’alê cîwar k’êda çida
Cînavê k’îjan
Xêncî cînavê pirsa, ê jorê nivîsî, zimanê ÿzdîkîda ij van xev-
erê jêrin pêþda hatîye: k’î ij wan. Xevitandina vî cînavî bi vî
cûr’eîye:
- K’îjan meriv hat?
-K’îjan deft’erê bidme te?
- Tö k’îjan derî divînî?
Cînavê pirsê- “k’îjan” dewsa nava tê xevitandinê
Çaxê ew dewsa navê qismî nêr tê xevitandinê, wî çaxî cûr’ê wîyî
ç’ivane dive “k’îjanî”, lê çaxê dewsa navê qismî mê tê gotinê, wî çaxaî
ew dive “k’îjanê”. Lê çaxê ew dewsa navê p’ir’anîda tê xevitandinê, wî
çaxaî cûr’ê wîyî ç’ivaneyî bi paþp’ir’tika “a”- “k’îjana” çêdive.
62
63
Cînavê “k’îjan” dewsa qismî mê
Mesele:
a) K’îjanê hilde?
b) Tö k’îjanê dixöazî?
v) Min k’itêv k’ir’îne, k’îjanê bidme te?
Cînavê “k’îjan” dewsa navê qismî nêr
Mesele:
Döh ÿvarê dö xort mala meda bûn, ij wana k’îjanî gote te?
Ij herdö xorta tö k’îjanî nasdikî?
v) Te k’îjanîr’a ne’me þandîye?
Cînavê “k’îjan” dewsa navê jimara p’ir’anîda
Mesele:
Mek’t’evêda deh xort hîndibûn, min ij dersdar pirskir: “k’îjana” dersê
xwe r’ind hazirdikir?
b) K’îjana qencî kir?
v) K’îjana nekir?
Cedvela göhastina cînavê “k’îjan”
Pirs:
Cînavê “k’îjan” çend cûr’a tê gotinê?
Dewsa k’îjan nava cînavê “k’îjan” çi cûr’e têne xevitandinê?
8.CÎNAVÊ TIÞTÊ NE’YAN
Divêjne wan nava cînavê nee’yan, k’îjan navê tiþt û merivê
nee’yane nedîtî û ne ber ç’e’va têne xevitandinê.
Ÿzdîkîda dö cûr’e cînavê nee’yane ne ber ç’e’va hene.
Cînavê hêsa, ê ne bargiranî.
Cînavê bargiranî.
1) Cînavê hêsa, ê ne bargiranî evin: yek, kes, kesek, tiþt, tiþtek
2) Cînavê bargiranî evin: tiþt, t’ö yek, t’ö tiþt, filankes, qe
kes, qe tiþt.
Cînavê bargiranî ij van xeverê jêrin pêþda hatine: kes, t’ö
tiþt, filan, qet.
Dewsa navê meriva cînavê yek, kes, kesek, t’ö kes, filankes di-
dine xevatê.
Dewsa navê tiþta (navê tiþtê ne r’öh’ber) cînavê yek, tiþtek,
tö tiþt, filan tiþt, qet tiþt didine xevatê. Cûr’ê herdö cînava (hêsa
û bargiranî) h’alê ç’ivane jimara yekanîda û p’ir’anîda mîna hevin:
jimara yekanîda cûr’ê wan “î”-ye, lê jimara p’ir’anîda cûr’ê wan “a”-
ye. H’alê mayînda paþp’ir’tikê “r’a”, “va”, “da” cûr’ê wane “î” û “a”
zêdedivin.
Cedvela nimûna göhastinê cînavê nee’yan-nebînayî
64
65
9.Cînavê çendî-çiqasî
Divêj wan cînava cînavê çendî-çiqasî, k’îjan cava pirsê
“çend”, “çiqa(s)” didin û vî cûr’eyî, t’omerî tiþta û meriva didine
k’ivþê. Zimanê ÿzdîkîda van cînavê jêrin çawa çendî didine xevatê:
gele(k), giþk, evqas/ewqas, hindik, hinek, h’emû, p’ir’, t’ev, t’emam, çend,
çiqas.
Cedvela mesela göhastinê cînavê çendî
E’DEBYET
E’rebê Þemo
(1897-1978)
BINDARÛK
Nava ÿla sîpkîda bibû e’det, havînê,
wextê mêrg-çîmana kölîlk didan, p’incar’ bol
þîndibû, qîz û kör’ diçûne bindarûkê. Qîza ij
mal r’ûn, ar, hêk, gezo û tiþtê mayîn danîn. Li bindarûkê, çolê dö-sê qîza
xwerin çêdikirin, çend kör’a jî pesarî t’opdikirin, ê mayîn jî govend
digirtin, laqirdî dikirin h’eta ÿvarê, li wêderê mirt’oxe, h’ewle yanê
jî hêker’ûn dixwerin, paþê vedger’yan, dihatne gönd. R’êva t’ölim
lêdixistin h’eta nav mala.
R’ojeke ösa, havînê, qîz û kör’ê Dêrikê çûne bindarûkê. Qîzeke
mala E’merîkê hebû, navê wê Xezal bû. Xezale þanzdeh salîbû. Qîzeke
ze’f bedewbû, meriva nikaribû dö ç’e’va li Xezalê binihêr’e. Ew jî wê
r’ojê heval-hogirar’a çûbû bindarûkê. Bindarûka cara îcarin ÿp’êce
dûrî gönd bû. Qîz û kör’a destê hev girtibû dilîst. Kör’a Sûtoyê mirtiv
bi p’eretî girtbû, anîbû bindarûkê. Sûto qeydê “þer’anî” lêdixist, qîz
û kör’ dir’eqisîn. Qîzê sîpka ç’e’v û birûyê xwe kildabûn, k’ofîyê
r’inde t’emezî û þemaqîyê hermiþe dîyarbek’irî dabûne dorê, qotik ber
sûretê xweda berdabûn. Sîngê wanî t’evî sedefkirî, körtikê et’lez yanê
qenewiz xwekiribûn, dêrê wane r’eng-r’engî neqiþandibûn, lingê hineka
bi kondele bûn. Kör’a jî k’olosê t’ivtika sipî dabûne serê xwe, dora
k’olosa þe’r û þemaqî girêdabûn, r’îþîyê þe’r û þemaqîya dihat,
dik’ete ser milê wan, meriv h’eyr û h’ijmek’arbû wan cahila binêr’îya.
Dengê t’ölöma Sûto niþkêva hate bir’înê, lê dö kör’a hevr’a dest-
pêkirin, dö qîza lê veger’and:
Çi bejneke, lo, ser xanîya, bejnê, lê, bejna k’ê…
66
67
Çi qîzeke ser xanîya, bejnê, lê, bejna k’ê…
Ez vê bejnê, lê, mame tima, bejnê, lê, bejna k’ê.
Wexta kö cahilê sîpka ösa xwer’a k’etibûne k’êfê, h’eneka û
laqirdîya, E’vdil Mecît jî hê kör’î t’ûnsiz bû, berê simêla t’eze xû -
dabû, siyarî cem wanr’a gerekê derbazbûya, biçûya, lê dengê t’ölömê û
stirana qîz-kör’a bihîst, berê h’espê xwe da bindarûkê, çû, nêzîkî
bindarûkê bû, got:
-Selam e’lêköm kör’apno, ez divînim hûn hatine eþqê.
Kör’a destxweda E’vdil Mecît naskirin, silava wî vegirtin,
gazîkirinê, wekî peyave û wanr’a hevaltî eþqê derbazke. Kör’ekî banzda,
serê h’espa wî girt, E’vdil Mecît peyabû. Kör’ê sîpka ij mezina bi-
hîstibûn, wekî bavê E’vdil Mecît ÿzdîye, lê zûda çûye, bûye bösirman.
Kör’ekî destê E’vdil Mecît girt, got:
-K’eremke, tö jî têk’eve govendê, le’zekê bir’eqise.
E’vdil Mecît k’ete destê kör’a, lîst. Govendêda E’vdil Mecît
Xezal dît, dilê wî k’ete Xezalê. Lê newêrbû tiþtek bikira, ewî p’ak
zanibû malapanê wî mêrxasin, bona namûsê qet li pizmamtîê jî nani-
hêr’in, wî li vira wê çîtî-çîtîkin, yanê jî þermbû, çimkö lawkê sîpka
bi pizmamtî û h’izkirinê gazîkiribûnê, ne layîqbû, wekî tiþtekî bêaqil
bikira. Lê bîna wî nava cahilê sîpka wê r’ojê derk’et, û þadibû.
Göndê Kevir-Gewrikê, cîyê mala bavê E’vdil Mecît têda dima,
gelek cara qardikirin didane serê wî, digotin:
- Tö kör’ê bavê ÿzdîyayî!
poxel
Wextê E’vdil Mecît hê zar’bû, gava kö ev
qar û qerf dibihîst, digirîya, dihate mal- cem
bavê û dê, digot:
-Bavo, dayê, çima zar’ mir’a dilîzin, di-
vêjne min: “Tö kör’ê bavê ÿzdîyayî!”. Ÿzdî
k’îne, çi tevane? Bavo, lê em çima ij ÿzdîya
qetîyan?
-Lao,- bavê digote E’vdil Mecît,- xwe em
t’enê ij wan neqetyane. P’aê p’ir’ê ij ÿzdîya
qetyane, hatine ser dînê Meh’med.
Mala E’vdil Mecît zûda havtibû wî göndî,
maleke t’enê bû, t’imê zar’a, kö hevr’a dilîst, þer’dikirin, E’vdil
Mecît zor dida hevalê xwe, wana ew löqet û qerf jêr’a digotin.
Bavê E’vdil Mecît t’ev jina xwe û qîzeke ç’ûk hatibû wî göndî.
Dîya wî jineke aqil bû, ewê kör’ê xwer’a gilîdikir.
E’vdil Mecît disekinî, döþörmîþdibû, navê malê cînara hildida,
digot:
- Çima mala Sölt’an, mala E’lî jî berê ÿzdîbûne? Dayê mala Sefoyê
cînarê me qet r’ojîya nagre, ewe lape ÿzdîne.
- Ew k’ê ter’a got, wekî mala Sefo qet r’ojîya nagre?- Dê jê pirsî.
E’vdil Mecît got:
-Wê r’ojê jinê mala Sefo û mala Þiblî ser beravê dikirne þer’.
Pîrka Þiblî ç’êr’î jina Sefo dikir, digot: “Her’e, her’e, h’eramno, hûn
qet r’ojîya jî nagrin”, ne divên ÿzdî r’ojîya nagrin.
- Na, ç’ara min, tö göh mede ç’êr’ û ÿ’t’îyê jina, ÿzdî jî r’ojîya
dig rin, her firqî ewe, wekî ewana sê r’oja r’ojî digrin, lê em- sî
r’oja…
Lê gerekê bêjin, dîya E’vdil Mecît seva mêrê xwe û dergûþa destê
xwe t’erka mala bavê xwe kir, da pey mêr, hate wî göndî, lê ewê dilê
xweda qebîla malbavanê xwe h’izdikir.
Lema jî ewê, hê zar’otîya E’vdil Mecîtda, dizî bavê, gele gilî-go -
tinê ÿla sîpka, hörmeta wan, dem û dezgê wan û mêrxasîya wan kör’r’a
68
69
þirovedikir…
Navê dîya E’vdil Mecît Gewrê bû, wextê bav diçû xevata çolê, Gewrê
nan çêdikir, derî bi k’ilîtê dadida, xwerina mêr hildida, ewê û E’vdil
Mecîtva nanê mêrê xwe dibir, r’êva ewê hêdîka k’ilam digotin- ji xwe
û h’aliderdar’a.
Lê carna wextê ÿzdî dihatne aþê göndê wan, E’vdil Mecît diçû cem
wan, dinihêr’î, göh dida ser xeverdana wan, li k’incê wan, h’eta werisê
wan jî dinihêr’î. Dihate cem dîya xwe, dê dipirsî:
-Lao, te qet nepirsî ij k’îjan qebîlêne? Gelo, ne ij r’ojkanin?
Ew qebîla mala bavê mine.
- Na, min qe nepirsî, ij k’îjan qebîlêne.
- Eh, lao, hema te pirskira ij k’îjan göndîne…?
Xwendevan îdî zanin: çima E’vdil Mecît li vira bindarûkê kör’ê
sîpkar’a digot:
- Kör’ap…
Wexta E’vdil Mecît r’astî vê bindarûkê hat, ewî li vira k’ilamê dê
û bavê xwe dîsa bihîst. Ewî wê r’ojê k’êf û eþqeke r’ind derbazkir,
h’eta ÿvarê. Ÿvarê ew siyar bû, çû, lê kör’ û qîzê Dêrikê dîsa bi lîstik û
h’enek, lêxistina t’ölömêr’a veger’yan, hatne gönd. Gar’an jî nav gönd
belabû.
Xeverê çetin:
1.Bindarûk- binê darê, k’îderê, r’ojê e’yda cahil berevdibûn, þadibûn,
k’êf dikirin, govend digirtin…
2.Ÿla sîpka- navê ÿleke ÿzdîyaye
3.Bol- gele, ze’f
4.Gezo- cûr’ekî þîrnaêye, þîreye, wekî qîz û bûka ser belgê dara
berevdikir
5.Pesarî- t’epikê çolê, seva þewatê didine hev
6.Mirt’oxe- þîrnaîye, wekî dikine nav k’ate û totika. Pê ÿr, þêkir û
r’ûn tê çêkirinê.
7.T’ölöm- cûr’ekî hacetê sazbendîêye, p’ivdikin, paþê lêdixin
8. Mirtiv- qebîleke, k’îjan e’mrê k’oçer û firotana hûrmûrava dijî û
derbazdike, e’mrê r’ûniþtîva najî
9.Kil- dermane, k’îjanî qîz û bûk birû, bijangê xwe dixin- kildikin
10.T’emezî û þemaqî- cûr’ê laç’ikane
11.Hermiþ- cûr’ê p’arç’eye, nerme
12.Qotik- k’ömê fîno, k’incê xweva dikirin, ij t’êla tê çêkirinê,
p’areke xemla jin û mêraye, carna jî beyraqava tê dardakirinê
13. Sedef- cûr’ekî h’estûyê fîla û k’espikaye, sipîye
14.Körtik- k’ince, jin û mêra xwedikir
15.Et’lez- cûr’ekî p’arç’eye
16.Qenewiz- cûr’ekî p’arç’eye
17.Kondele- cûr’ekî solaye
18.K’olos- cûr’ekî k’ömê mêraye
19.Þe’r û þemaqî- cûr’ê laç’ikane
20.R’îþî- t’êlê hûre dora þe’ra
21.Mame tima- h’eyr-h’ijmek’ar mame
22.T’ûnsiz- kör’, cahil, t’emiz, h’elal
23.Berê simêla t’eze xûdabû- simêl t’eze hatibû
24.Destxweda- hangava, bê derngîÿxistin
25.Newêrbû- töriþnedikir, cöle’tnedikir
26.Qardikirin- te’n, bi þermdayînê, te’nlêxistin
27.Qar û qerf- te’n, ÿ’rif
28.Çi tevane- çine, k’îne
29.Qetyan- dûrk’etin, baþqebûn
30.Löqet- gilî, xever
31.Berav- ber ç’em, cew, golê, k’îderê k’inc diþûþtin
32.Ÿ’t’î- ç’êr’, þer’, bög’dan, gilîyê ner’ê
33.Firqî- cödatî, baþqekirin
34.Dergûþ- zar’a ç’ûk, sava
35.T’erka mala bavê xwe kir- destê xwe mala bavê xwe kir, dûrk’et
36.Qebîl- k’om, berek
37.Dem û dezge- qirar, r’ê-r’izm
70
71
38.Aþ- cîyê gênim dihêrin
39.Weris- cûr’ekî ben, þirîtaye. Ij
r’îs tê hûnandinê
40.R’ojkî- navê ÿleke ÿzdîaye
41.Eþqeke- þabûneke
42.Gar’an- naxira dêwêr
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Bindarûk çîye?
3. Bindarûk k’engê dikirin?
4.Wexta bindarûkê ij mal çi dianîn?
5.Wexta bindarûkê qîz û kör’a çi dikir?
6.Xezal k’îbû?
7.Qîz û kör’ê sîpka xwe çawa û bi çi xemilandibûn?
8.Xeverê k’ilama dersêda hînvin û ezber bêjin
9. E’vdil Mecît k’îbû û çawa r’astî cahilê sîpka hat?
10.Kör’a çi kir, çaxê E’vdil Mecît dîtin?
11.Kör’ê sîpka ij mezinê xwe derheqa E’vdil Mecîtda çi bihîstibûn?
12.Çaxê dilê E’vdil Mecît k’ete Xezalê, çi newêrbû bikira?
13.Göndê Kevir-Gewrikêda gele cara çi digotne bavê E’vdil Mecît?
14.Çaxê E’vdil Mecît qerf dibihîstin, çi dikir?
15.Zar’a çima E’vdil Mecîtr’a digo “bavÿzdî”?
16.Bavê E’vdil Mecît çi digot?
17. E’vdil Mecît ij dîya xwe derheqa ÿzdîyada çi dipirsî?
18.Çaxê ÿzdî dihatne aþê gönd, E’vdil Mecît çi dikir?
19. Bi xeverê bindarûk, pesarî, mirt’oxe, t’ölöm, kil, t’emezî, hermiþ,
sedef, körtik, kondele, k’olos, r’îþî, t’ûnsiz, berav, dergûþ, aþ, gar’an
cömla t’eþkîlkin û deft’era xweda binivîsin.
20.Xeverê jorêye çetin hûn xeverdana xweda didine xevatê?
Seh’îdê Îvo
(1924-1991)
BIRÛSK1.
Qîra e’wra r’û e’zman
P’encê r’oyê girtin dîl,
Hêsirê e’rþa bûn baran
Can kirin kölîlk, zîl.
2.
Tor’a zêr’în bû gewlaz,
Zerpa birûskê qetîya,
Bayê dînik, anîzaz
Mîna k’elbekî e’wtîya.
1986
Xeverê çetin:
1.P’enc- tîrênc, tîrêncê r’oyê, te’vê
2.Dîl- girtî, hêsîr
3.E’rþê e’zman- k’örsî, e’zman
4.Cankirin- þûþtin, av xwekirin
5.Zîl- þînkaya t’ezederk’etî, t’ezeþînbûyî
6.T’or’- bi t’êla vegirtî, pê t’or’ê me’sîya digrin, t’or’ isa jî p’areke
xemla qîz û bûkaye
7.Gewlaz- t’êlê r’eng-r’engî, p’incar’a hevva girêdayî
8.Zerp- derb, qewat
9.Birûsk- birqvedan, bimbarekî
10.Anîzaz- ne’s, bêt’erbet, bêt’e’lîm
11. K’elb- kûç’ik, se, seyale
Pirsû pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
72
73
2.E’wra çi kir?
3.Hêsrê e’rþa çi kir?
4.Gewlaz çîye?
5.Bi xeverê p’enc, dîl, e’rþ, cankirin, t’or’, gewlaz, zerp, birûsk,
anîzaz cömla çêkin û binivîsin.
Seh’îdê Îvo
***
1.
Îro ez çûme Elegezê,
Îro ezî serxweþim, k’êf,
Vaye kanî, ava wê zêr’,
Diteyîse ça r’ûlih’êf.
2.
Vaye ew cew, kö berxê min
Ava yaqût dixarin t’êr,
Bûka t’ezeye ter’azin,
Þir’kê dengbêj lê têne jêr.
3.
Belekî jî- hîva t’eze
P’al-e’zmanê þîn tê xanê,
Û xaþxaþka ç’e’vr’eþ, gevez,
Beg’daya sor- ser xozanê.
4.
Îro ez çûme ç’îyayê me,
Nêç’îrvanê r’ê dirba,
Nêç’îra min zar’tîya mine-
Xwe veþartîye li nav xirba.
5.
Kanî heye, cew jî hene,
Bilbil dîsa bûne dengbêj,
Zeynet, miqam, mûzirgane,
Mot’ac- kölîlkê gölavr’êj.
6.
Ez r’öþetê didime we,
Cew, ter’azin, kölîlk, xaþxaþk,
Bêjin, bivînim zar’tîya xwe,
Kö bona min bûye t’iberk.
1987
Xeverê çetin:
1.Elegez- navê ç’îaye, li Ermenîstanêye
2.Serxweþim- k’êfxweþim
3.Diteyîse- dibiriqe, diç’ûrise
4.R’ûlih’êf- r’ûyê lih’êfê, r’ûyê orxanê
5.Yaqût- navê kevirê qîmetlîye
6.Þir’ik- h’esinê hûr û nexþkirîne, wekî göhar, bercênîkava dar -
dadibûn, dileqîyan
7.Belekî- berfe, wekî cî-cîya maye, neh’elîyaye
8.Xaþxaþk- kölîlke, r’engê sor û r’eþe
9.Gevez- sor
10.Beg’dayî- þe’r, cûr’ekî laç’ikaye
11.Xozan- deþt, zevîya pey nandirûnêr’a
12.Xirbe- mal, avayê kevne xiravbûîyî, k’elefe
13.Bilbil- navê teyrekîye, k’îjan dixûne
14.Zeynet- xweþ, h’ewas, xemil
15.Mûzirgan- (mozilgan)- cîyê dewar mexel tê
16.Mot’ac- h’ewask’ar, ê/ya dixweze, pey dik’eve
17.Gölavr’êj- gölav ava bînxweþe
18.R’öþet- bertîl, p’ere, hûrmûrê, wekî ber kirina þöxölekî didin, yan-
hildidin
74
75
19.Ter’azin- cîyê hêþîn
20.T’iberk- t’emiz, qîmetlî
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Þayîr fikira xweva k’öda çû?
3.Þayîr ç’îayê Elegezê çawa tîne ber ç’e’vê xwe?
4.”Nêç’îra” þayîr çîye?
5.Bi xeverê diteyîse, r’ûlih’êf, þir’ik, belekî, xaþxaþk, gevez, beg’-
dadî, xozan, xirbe, zeynet, mot’ac, ter’azin, t’iberk cömla çêkin û
binivîsin.
E’t’arê Þero
(1901-1974)
EZIM-EZIM
Ez werdeka gola þînim,
Li ber avê ez dimînim,
Ez maþoqa h’emû göla,
Ez dermanê h’emû dila.
Ez bedewim, ez e’zîzim,
Gölê ç’îyar’a ez dilîzim,
Li nav e’zmîn steyra geþim,
Cîyê eþqêda ez dimeþim,.
Eze r’ewþim, r’ewþa mala,
Mîna Zîna Memê Ala,
Ez t’ö dila nah’evînim,
H’eta e’zîzê xwe nevînim.
Xeverê çetin:
1.Werdek- teyredeye
2.Maþoq- bengî, mot’ac
3.Steyr- steyrk
4.Geþim- þewqim
5.Eþq- þabûn
6.Dimeþim- pêþda diçim, nazik dilivim
7.Nah’evînim- begemnakim, dilê min nak’evê
8.R’ewþ- xemil, h’al.
Pirs û pêþdanîn:
1.Þayîr derheqa çida dinivîse?
2.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
3.Bi xeverê werdek, maþoq, steyrk, geþ, eþq, dimeþim, r’ewþ cömla
çêkin û bêjin.
E’t’arê Þero
BÊ AV1.
Bê av t’öne e’mir, jîyîn,
Deþt û zozan navne hêþîn,
Bende, h’eywan nadebirin,
Av t’öneve- wê bimirin.
2.
Li dinyayê ave qinyat,
Ew þên dike h’emû welat,
Li k’îderê t’öneve av,
Wêderêr’a- divên xirav.
3.
Av hebûnê dike t’ijî,
Dinê-a’lem bi wê dijî,
H’eta merî sag’ve dinê,
T’ö k’ar nagihîje k’ara wî.
76
77
Xeverê çetin:
1.Jîyîn- e’mir, e’mirkirin
2.Zozan- ç’îya
3.Hêþîn- þînkayî
4.Bende- meriv, hêsîr
5.Qinyat- eþîa, mal, milk’
6.Dinê-a’lem- t’emamîya
dinîayê
7.K’ar- vira- þöxöl
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê ezber hînvin û bêjin
2.Derheqa avêda þayîr çi difikire?
3.Bi xeverê jîyîn, zozan, hêþîn, bende, qinyat, dinê-a’lem, k’ar cömla
t’eþkîlkin û binivîsin.
E’t’arê Þero
ÞÎRETÊ JÎYÎNÊ1.
Bona jîyînê lazime xevat,
H’erke dixazî kod bive t’ijî,
Lazime aqil, fe’m û fer’aset,
Tö bixevite û xwer’a bijî
2.
T’öcar nemîne bêxevat, vala,
Bona jîyînê lazime sik’an,
Paþda nemîne tö ij hevala,
Meve bêxîret, meve sergidan.
3.
Xevat û jîyîn hevr’a birane,
Bêxevat meriv t’imê nexweþe,
Xevat þabûna h’emû dilane,
Û k’êfa merivê xevatê xweþe.
Xeverê çetin:
1.Kod- derdana darîne, pê gênim
çapdikin
2.Fer’aset- aqil, me’rîfet
3.T’öcar- t’ö cara, t’ö wexta
4.Sik’an- cî, sit’ar, gemîstan
5.Sergidan- me’rim, belengaz
6.Vala- betal, bêxevat, bêþöxöl
Pirs û pêþdanîn:
1.Þiêrê hînvin û zar bêjin
2.Þayîr çi t’emîyê dide xwendevanê xwe?
3.Bi xeverê kod, fer’aset, t’öcar, sik’an, sergidan, vala cömla
t’eþkîlkin û binivîsin.
Tiharê E’mer
(1922)
Þer’ê ser Serdarapatê(p’arek, 1)
Bi h’ökömê mezinê ÿla h’esinîya- Ûsiv
begê H’esen aga’, ÿzdî t’evî þêr’ dibûn.
Bi k’omekdarî û h’ökömê Ûsiv begê gele
siyarê ÿla h’esinîya nav siyarê mêrxasê milet- Cangîr Ag’adbûn. Bona
siyarê Cangîr ag’a emê paþê binivîsin.
T’arîqa þer’ê Serdarapatê, þer’ê mêrxasîyê nav e’mirê er-
menîada, t’ö cara naê bîrkirinê. Ew þer’ê h’emcime’tîêbû.
Þer’ê Serdarapatê azadarîya cime’ta ermenîya û miletê dinêye
ç’ûk, xazma, ÿzdîya bû. Alt’indarîya þer’ê Sardarapatê derbeke giran
78
79
gîhande dijminê Piþkavkazê, mênþêvîkê
Görcistanê û mûsafatê Adrbêcanê, ê kö
dixwestin Ermenîstan têk’eve bin destê
t’irka.
22-ê gölanê r’ojeke bîrnekirîye
çawa bona cime’ta ermnîya, isa jî- bona
ÿzdîxana Ermenîstanê, k’îjan bi h’alekî
çetin-giranda, pey öndakirina cî-misk’enê
xwe, mexberê kal-bava, cîgöhêzî xwelîya
Ermenîstana R’ohlatê bû, destbi e’mrekî
t’eze kir, t’eze bîn hatibû ber wê, t’eze ocaxê xweye döda çêdikirin.
Ÿzdîxana Ermenîstanê, wan r’ojê bavo-bavoda, bi h’ökömê özivê
p’ar’almênta Ermenîstanê- Ûsiv begê H’esen ag’a, r’ex cime’ta ermenîya,
ber dijminê xûnxör sekinîbû.
Nivîsk’arê ermenîya P. Zêyt’ûnyan 70-salîya þer’ê Serdara -
patêva girêdayî, dinivîse: “Gerekê em bi k’öbarî bêjin, wekî ÿzdîyê qeza
Wanêye mihacir t’evî ÿzdîyê ÿla h’esinîya, bi serk’arîya Cangîr
ag’ayê Xetîv ag’a, piþta xwe k’ötabûne hev- þer’ dikirin. Em ösa jî
gerekê emekê ÿzdîxana dor-berê Serdarapatê, wan kal-pîra, jin-zar’a bîr
bînin, ê kö nan, þekir, ça, cig’are, av bona þer’vana dianîn, ösa jî
k’omek didane birîndara…” (“Sovêtakan Hayastan”, 22.05.1988).
Ewê r’ojê h’erd alîyê þêr’ hîvîya k’omekê bûn, mot’acê mêrê çê
bûn. Ewê r’ojê bi hewara Andranîk p’aþa û Ûsiv begê, mêrxasê ÿzdîayî
Xwedê jêr’a k’eremkirî- Cangîr ag’ayê Xetîv ag’a, xwe pêr’a gîhand,
hate hewara birê xwe. H’erd alîya þer’ gör’ dibû.
Þêrê ÿzdîya, E’doyê E’mo, E’doyê Mih’o, Xiþmarê Îbo, Çerkezê
H’emzo, Tosinê Mik’ayîl, Siloyê Dedo, Esedê E’lo, R’eþîdê Morof, E’-
coyê Ûso, Te’lê Cango, H’iznîê Mîroyê Avdel, E’yîbê Dizo, K’eleþê
Îsê, E’lîyê Îsê, Mih’ê Cango, Ah’medê E’lo, kör’ê Îndoyê Þewêþê
Bava, E’zîzê Ah’medê Se’dê, Mih’ê Qaso û gelekê dinê- mîna þer’ê
Dêrcemedê, Ebexê, R’eh’menqölîyê, deþta Çöxörê, T’ût’ekê, k’etine nav
k’ûraya þêr’.
Ij ÿla Ûsiv begê, hilbet, þer’van gele bûne, lê, te’lebextr’a, navê
wan þer’vana negihîþtine me.
Þer’ê Serdarapatêda, çawa e’yane, Cangîr ag’a bi 700 siyara
þer’dikir, ij wan siyara sed siyar ij ÿla Ûsiv begê bûn.
Wexta siyarê ÿzdîya dik’evne nav þêr’, dö dîvîzîya eskerê r’omê,
gava e’fatîya siyarê Cangîr aga divînin, r’ev wan dik’eve.
Bi sozekî, cime’ta ermenîye bi qîmetê mirin-jîyînê û bi
k’omeka ÿzdîya miqabilî eskerê r’omê alt’indarîya t’arîqî bir.
Serdarapatê, Qemerlîyê, Qerek’ilîsê û Baþ Aparanêda cime’ta
ermenîya e’fatîke nebînayî nîþan da. Bi mêrxasîa xwe eskerê Serdara-
patê Danîêl bêk P’îrûmyan, serk’arê partîzana Dolûxanyan, kapîtan
Sêrgo At’anêsyan û Sakîlarî, kapîtan Vardan Cag’înyan, ösa jî bi seda
eskerê siyarî berbiç’e’vbûn. T’evî þêr’ dibûn gele mêrê yaþê xweda
mezin, ê kö cêr’ibandina wane þer’ê partîzanîyê hebû.
Pêþe’nîya Serdarapatêda Hovhannês Bag’ramyan, G’ûkas
G’ûkasyan, Batîk Batîkyan, Aram Kostanyan, Arak Vardanyan û gelekê
mayîn bi e’gîtî þer’dikirin.
Bona ÿzdîxanê qedrekî mezinbû, wexta sereskerê pêþe’nîya Ser-
darapatê- Danîêl bêk, pey þêr’r’a gazî Cangîr ag’a û çend e’gîtê ÿzdîya
dike, diçe r’ûyê Cangîr ag’a û divêjê:
-Gelî ÿzdîya, hûn virhada birê ermenîyane. We ev r’oja mirin-
jîyînêda k’omekeke bîrnekirî da me. Wexta siyarê we bi hêwirze û
r’ingînîya h’espa t’oz-dûman r’akirin, hatine piþta me, qewata me dö-
carebû. Em bona vê r’ojê deyn-
darê miletê wene.
Bîranîneke xweda mêr -
xasê dewleta sovêtîêye döcare,
marþal Bag’ramyan dinivîse:
“Berî hewara siyarê ÿzdîya, bi
serk’arîya Cangîr ag’a, em nav
tirs-xofê, bêgömanîêdabûn.
Wexta siyarê ÿzdîya xwe mer’a
80
gîhandin, tê bêjî, r’öh’ê alt’indarîyê cem me pêþda hat. Bi hêwirza
ÿzdîya, þer’kirina wan, gefxwerina ÿzdîya, her þer’vanekî me bû
þêrekî çargörç’ikî….”
Ev bîranîn marþalê T’ifaqa Sovêtîyê H. Bag’ramyan mêrxasê T’i-
faqa Sovêtîyê Semend Sîabendovr’a gilîkiribû.
Bona 70-salîya pêþe’nîa Serdarapatê, Qerek’ilîsê û Baþ Aparanê
akadêmîk Gêvorg G’arîbcanyan dinivîse: “Cangîr ag’a serk’arî k’omê
þer’vanê ÿzdîya dikir. Nav wî þer’ê girandabûn isa jî ÿzdîyê Sîneka
h’esinîya- bi serk’arîya Ûsiv begê. Cangîr ag’a þer’vanê herd alîya
gîhande hev, t’evî þêr’ bû û navê cime’ta xwe t’arîqêda hiþt.
Bona bîranîna þer’ê Serdarapatê heykel û xasbaxçe hatine çêki -
rinê.
Wexta li Serdarapatê danîna þikilê Cangîr ag’a, pismamê
Gêvorg Çaûþ wira bûne û pirs dane Fetla begê Cangîr ag’a:
-Gelo, bavê teyî r’e’metî qet derheqa apê me- Gêvorg Çaûþda
gilîkirîye? Çimkî me- sasûnîya, xazma binelîyê göndê Eþnekê (neh’îa
Te’lînê), ij zargotinê, k’ilama derheqa hevaltîya Cangîr ag’a û Gêvorg
Çaûþda gelekî bihîstîye.
-Bavê minî r’e’metî- Cangîr ag’a, çawa bona fîdayê ermenîya
giþta, ösa jî bona apê Gêvorg Çaûþê Sasûnê, teyrê deþta Mûþê, gele
gilîkirîye. Em divêjin ap, çimkî ew t’emîya bavê mine. Þikilê apê
Gêvorg Çaûþ r’ex þikilê bavê min, t’evî Andranîk p’aþa û gele fîdayê
salê 1905-1909-a heye. Wexta þer’ê
deþta Mûþêyî giran bavê min si-
yarê xweva t’evî wî þer’î dive. Vî
þer’îda dö siyarê ÿzdîya- Bedo û
R’izgan, têne köþtinê. Çiqas tê bîra
min, 25 yan 27-ê meha gölanê bûye,
apê Gêvorg birîndardive û tê köþ -
tinê.
Fetla beg paþê gilîdike:
-Bavê min digot, wexta
81
82
t’alanê sê göndê ÿzdîyê deþta Çöxörê, yekî hûrî bi simêl 100 siyarê
xweva Dêrcemedêda xwe wanr’a digihîne. Wî çaxî, bi gotina bavê min,
Gêvorg Çaûþ Bovadêda bûye, xwe digihîne Cangîr ag’a, divê, wekî “min
bihîstîye, kö h’ersê göndê te r’omê birîye”.
Gêvorg Çaûþ sala 1915-a 16 t’ivingê mûsênî, xörce fiþeng dide
ag’ê.
Bi gotina, Gêvorg Çaûþ xweyê cöle’tê polabû, ösa zimanê r’omê
xeverdida, t’irka nikarbû isa xeverda. Navê
wî danîbûn efendî Çaûþ.
Çiqa cîyê çetin hebûn, Andranîk ew
diþand, diçû, ya xwe dikir û vediger’ya.
-Bi gotina bavê min,- Fetla beg di-
vêje,- bona h’eyfa xalê Sêrob p’aþa hilde,
Gêvorg Çaûþ þevekê k’incê osmanîyê
xwedike, diçe, serê þanzde eskerê r’omê
jêdike û tîne, ber Andranîk p’aþa datîne.
Ew yekî bedew bûye, dengbêjê ÿzdîya
bûye.
Xeverê çetin:
1.H’ököm- e’mir, e’mirkirin, ferman
2.Ÿla h’esinîya- ÿleke ÿzdîyaye
3.Ûsiv begê H’esen ag’a- ag’ê ÿla h’esinîya, ê kö ç’êmarana Dêrêye Gêvorg -
yanda xwendîye, paþê bûye wek’îlê ÿzdîayî dîwana Cimhöryeta Er-
menîstanêye salê 1918-1920-îda. Göndê merza CE-e Aragasotnêyî
Þamîranêda h’edkirîye.
4.K’omekdarî- alîk’arî
5.Cî-misk’en- cîyê bûyînê, cîyê mayînê û jîyînê
6.Mexber- mezel
7.R’ojê bavo-bavo- r’ojê çetin, r’ojê r’ev û bezê
8.Öziv- endam
9.Par’lamênt- dîwan, h’ökömet
83
10.Qeza Wanê- e’rdê T’irkîaêdaye
11.Hîvîya- ç’e’vnihêr’î
12.Mot’ac- h’ewce, ç’e’vnihêr’î
13.Hate hewara wan- hate alî wan
14.Gör’dibû- girandibû
15.Te’lebextr’a- h’eyf
16.R’om- T’irkîa berê
17.E’fatî- mêrxasî, fêrisî
18.Alt’indarî- zorlêbirin
19.Nebînayî- nedîtî
20.Yaþ- e’mir
21.Qedir- hörmet
22.E’gît- e’fat, mêrxas
23.Hêwirze- bavo-bavo, r’ev-
bez, qar’eqar’
24.Gefxwerin- serdahêrsk’etin, tirslêfir’andin
25.Tivinga mûsênî- cûr’ekî t’ivingaye, wekî berê hebûn
26.Xörc- t’orpe
27.Cöle’t- xörtî, töriþkirin
28.Pola- cûr’ekî h’esine, gelekî meh’keme
29.Efendî- maqûl
Pirs û pêþdanîn:
1.Dersê hînvin û gilîkin
2.Ÿzdî bi h’ökömê k’ê t’ev þêr’ dibûn?
3.Þer’ê Serdarapatê çi þer’bû û k’engê bûye?
4.Wan r’oja ÿzdîxana Ermenîstanê çi kir?
5.Nivîsk’arê ermenîa P. Zêyt’ûnyan derheqa wan r’ojada çi nivîsîye?
6.Navê wan ÿzdîya hildin, ê kö t’ev þêr’ bûne
7.Dêrcemed, Ebexe, R’eh’menqölî, Deþta Çöxörê, T’ûtek e’rdê T’irkîaê
yan Ermenîstanêdanin?
8.Gava e’skerê r’omê ç’e’v e’fatîya siyarê Cangîr ag’a dik’evin, çi
dikin?
9.Danîêl bêk pey þêr’r’a gazî Cangîr ag’a û çend e’gîtê ÿzdîya kir û çi
got?
10.Marþal Bag’ramyan k’îbû û bîranînê xweda derheqa ÿzddîya û
Cangîr ag’ada çi dinivîse?
11.Lê akadêmîk Gêvorg G’arîbcanyan derheqa Cangîr ag’a û kirinê
ÿzdîyada çi dinivîse?
12.Çaxê Serdarapatêda þiklê Cangîr ag’a danîne, pismamê Gêvorg Çaûþ
ij Fetla begê Cangîr ag’a çi pirsîn?
13.Fetla begê derheqa Gêvorg Çaûþda çi gilîkir?
14.Bi xeverê h’ököm, cî-misk’en, r’ojê bavo-bavo, mot’ac, e’fatî, nebî-
nayî, e’gît, hêwirze, gefxöarin, xörc, cöle’t, pola cömla çêkin û
binivîsin.
Tiharê E’mer
ÞER’Ê SER SERDARAPATÊ(p’arek, 2)
Berî destpêkirina t’arîqa ser þer’ê Serdarapatê, k’îderê yazîya
mayîn-nemayîna dewleta Ermenîstanê dihate qirarkirinê, emê çend
bîranîna ij e’mrê Cangîr ag’a bînin. E’mir û serhatîya mêrxasekî isa,
çawa Cangîr ag’aye, yazîya p’areke ÿzdîyê dewir û zemana zêrandîva,
t’arîqa wêva, xazma ÿla zöqörîyava girêdayîne.
Cangîr ag’a çawa nav cime’ta me, isa jî nav ermenîa, asorîya…
bûye legend.
Fikirandina îroye aza mecalê dide gele qewimandinê berê bi cûr’ê
t’eze þirovekin, qîmetkin, r’astîê gilîkin û kirina wî bîrnekin. Ewê
kö bi h’elalî qölixî cime’ta xwe kirine, gerekê h’eta-h’etayê navê wan
bimîne. Ij wana yek jî Cangîr ag’ayê þêrê Xwedêye, ê kö e’mrê xwe
p’êþk’êþî azaya cime’ta xwe kir, bi h’ezara malê ÿzdîya, ermenîya,
asorîya… ij dest-lepê r’oma r’eþ xilazkirin. Lê, h’eyf, wekî ew jî
bû þe’hîdekî r’êprêsîya salê 30-î.
84
85
Derheqa e’mir û þöxölvanîa wî mêrxasîda meva hindik qinyatê
t’arîqê e’yanin. Bona mêrê isa lazimbû gelek bîranîn, k’itêv bihatana
nivîsarê, kînofîlm bihatana k’iþandinê. Lê, h’eyf, derheqa wê malbeta
nav û dengda kêm hatîye nivîsarê û gotinê.
Cangîr ag’a sala 1874-a, li göndê Çîbûxlîyê, qeza Bêgirîyê, ij dîya
xwe bûye. Ew hila hê zar’bûye, wexta bavê wî- Xetîf ag’ayê Midûr ag’a,
diçe r’e’metê. Ew zar’otîyêda ber ç’e’vê xwe wê zölma giran divîne, kö
dewleta osmanîyê danî serê cime’ta ame-t’am. Lema jî ew xwe
p’êþk’êþî þöxölê azakirina cime’tê zêrandîye bindest dike.
Kör’tîya xweda ew îdî ag’akî k’ivþbû, gelek merivê wî çaxîye e’yan
ij qezayê cînar qedirê wî digirtin û qîmetekî bilind didanê. Eva yeka
hilbet, dewleta r’omê xweþ nedihat. Lema jî her mecal dida xevatê
bona Cangîr ag’a ij ort’ê bide hilanînê. Seva serê Cangîr ag’a gele zêr’
soz dabûn.
Andranîk p’aþa bîranîneke xweda dinivîse: “Min mêr-mêrxasê
isayî dil-görç’ik, ît’bar, cöle’t ze’f kêm dîtine”.
Hevaltî û dostîya Cangîr ag’a û Andranîk p’aþa r’ûp’êlekî t’arîqa
herdö cime’tê meyî geþe.
Sala 1909-a Andranîk p’aþa
tê Wanê. Vira isa jî ew navê
Cangîr ag’a dibihê. Pêdih’ese,
wekî ew ag’akî xörte, eskerê wî
heye û ber R’omê bêtirs, bêminet
þer’ dike- seva azaya cime’ta
xwe û miletê zêryaîye ç’ûk.
Wexta r’asthatinê e’wlin
herd mêrxas hev begemdikin, û
gava Andranîk p’aþa pêdih’ese,
wekî Cangîr ag’a dergîstîye, qirardike bive serde’watîyê wî.
Cangîr ag’a û Andranîk p’aþa, çawa divêjin, t’enê nivîna wane
þevê jev baþqebû, wana t’evayî r’êke þer’vanîêye siyanet qedandin.
Sala 1911-a eskerê Firîk p’aþa davêje ser qeza Bêgirîyê. Wira
destbi þer’ekî giran dive. Cangîr ag’a ÿla xweva mecbûrdive ij cî
bileqe berbi qeza Wanê her’e.
Sala 1913-a eskerê Firîk p’aþayê t’irk h’icûmî ser ÿla Cangîr
ag’a dike. Ÿl dîsa mecbûrdive ij
cî bileqe û berbi Qersê her’e.
Wî þer’îda Andranîk p’aþa
tê hewara ÿla Cangîr ag’a. Wexta
herd h’icûmkirinê eskerê Firîk
p’aþa Cangîr ag’a navekî baþ qa -
zincdike.
Hevaltîya Andranîk p’aþa û
Cangîr ag’a ewqa h’elalbûye, wekî
r’ojê oxirmê giranda ewana r’öh’ê
xwe jî ber hev dida.
Wexta þer’ê gelîyê Zîlada
h’alê Cangîr ag’a giranbû, wî çaxî
Andranîk p’aþa P’atnosê bû. Ew
xwe pêr’a digihîne û berî esker û cerda Îranê û R’omê dide, hêsîr
azadike.
Paþî þer’-de’wê giran û r’evê- Andranîk p’aþa û Cangîr ag’a
têne ser wê fikirê, wekî her t’enê Ûrisêt dikare k’omekdarîyê bide wan
û cime’tê ij zêrandinê azake, xilazke.
Sala 1915-a, we’xta eskerê ûrisa h’icûmî ser kela Qersê dike, wî
çaxî Cangîr ag’a û Andrnîk p’aþa eskerê xweva têne piþta ûrisa û kela
Qersê hildidin. Bona e’fatîya wî þer’îda h’erd mêrxas alîyê dewleta
ûrisda hêjayî xaçê gêorgîêvîê divin.
Mêrxasîya Cangîr ag’a- þer’ê Serdarapatêyî gölana meha sala
1918-ada, e’yane. Wî þer’îda Cangîr ag’a siyarê xweva, wan r’ojê
oxirmê giran, tê piþta ermenîya, ewana t’evayî berî t’irka didin û der-
bazî wî berî Erez dikin.
Cangîr ag’a eskerê xweva isa jî t’evî þer’ê Baþa Aparanê bûye.
Sala 1938-a Cangîr ag’a sirgûndikin. Pey mirina Stalînr’a gele
merivê am û t’am hatine e’fûkirinê. Kolêgîya sûda T’ifaqa Sovêtîêye
T’ewrabilind bi qirara xweye 13-ê meha sala 1959-aye avgûstê Cangîr
ag’a e’fûdike.
Sala 1918-a, 22-ê meha gölanê, deþta Araratêda dest bi þer’ê Ser-
darapatê bû. Ewî þer’ê çetinda çawa cime’ta ermenîaye mêrxas, isa jî-
p’areke ÿzdîya, bi sereskerîya mêrxasê miletî nav û deng, Cangîr ag’a,
86
87
berê xwe dane t’irkê zevtçî.
Alt’indarîya þer’ê Ser-
darapatê, qewlê sîasîê û
sosîalîêyî lapî çetinda hate
destanînê. Ew þer’ê mayîn-ne-
mayînê bû, bextê dewleta Ermenîs-
tanê ser mêzînê hatibû danînê.
Wexta þer’ê Serdarapatê
Piþkavkazêda halekî lapî çetin
pêþda hatibû. Wî çaxî, çawa
dewletê Avropayê, isa jî- Adrbê-
can, Görcistan, hine t’eþkîletê
miqabilî cime’ta ermenîa,
T’irkîaêr’a p’evk’etin, wekî
qayîlnivîsarek bê qolkirinê, angorî k’îjanê, p’ir’anîya xwelîya er-
menîya digihîþte T’irkîayê. Ewana dixwestin Piþkavkazê ij Ûrisêtê
biqetînin. Lema jî t’irkê zevtçî r’astî t’ö çetinaya nehatin û bêminet
h’icûmî ser e’rdê Ermenîstanê kirin, Erzörim, Sarîqamîþ, Qers û
Alêk’sandrapol zevtkirin. Dijmin isa jî berbi R’ewanê û Qerek’ilîsê
dileqîya. Þer’ê Serdarapatê ij 22 h’etanî 26-ê meha sala 1918-aye
gölanê k’iþand. T’emamîya cime’ta ermenîya r’abibû miqabilî t’irkê
zevtçî.
Ew þer’ê mirin-jîyînê hate naskirinê çawa þer’ê mêrxasîya
cime’ta ermenîya.
Profêsor V. Parsamyan 60-salîya þer’ê Serdarapatêva girêdayî
dinivîse: “Ew çend r’ojbûn ij e’zmana, qey tê bêjî, agir dibarî, dengê
þûr-mert’ala, sol-bizmalê h’espa, zîwîn û birqvedana birûskê, t’opa,
ne’le-ne’la birîndara, helandayîna eskera nediseqir’în. Ew þer’ê miqa-
bilî t’irka ÿzdîya bi serk’arîya Cangîr ag’a kir… (“Sovêtakan Hayas-
tan” gölan, sal 1978-a).
Þer’ê Serdarapatêda kal-pîrê ermenîya û gele ÿzdîyê dora ne-
h’îya Hoktêmbêryanê þer’dikirin, birîndar digöhastin, çek-silih’e, av
digîhandine þer’vana. Ij göndê cînar þerqîya- mala Cewê H’ösê, Eso,
Celo, E’lîyê Þemo, Medetê Dûk’o, Lezgîyê Dûk’o, Ozmanê Þemo, ij qe-
bîla me’mîdoka- Osê Þewêþ, K’oçoyê Þewêþ, E’vdo, Tefûr, ij qebîla
mexsûdîya- E’vdîyê Se’do, R’eþo, E’mo, dîsa ij qebîla þerqîya- Efoyê
Îso û gelekê dinê k’omekdarî þer’vanê ermenîya dikirin.
Sereskerê ermenîya ç’ek-sîlih’ dabûne E’vdîyê Se’do, Osê
Þewêþ, E’merê Avas, û ewana t’evî þer’vanê ermenîya þer’dikirin.
Xeverê çetin:
1.Dewr- we’de, zeman
2.Ÿla zöqörîya- ÿleke ÿzdîyaye, wekî Cangîr ag’a serk’arî lê dikir
3.Biþêkirînin- qîmetkin, bîrnekin, r’azîbûnê e’lamkin.
4.Þeh’îd- köþtî
5.R’êprêsîa- girtin, cezakirin
6.Malbet- mal, k’om
7.Göndê Çîbûxlîyê, qeza Bêgrîê- T’irkîaêdanin
8.Diçe r’e’metê- dimire
9.Zölm- e’cêv, dereca xirav, giran
10.Dewleta osmanîê- dewleta t’irka
11.Ame-t’am- bêgöne, bêsûc
12.Mêr-mêrxas- dil-görç’ik, xört, cöle’t, bêtirs
13.R’ûp’êl- r’û, belg
14.Bêminet- bêtirs, bêxof
15.Zêryayî- belengazkirî, hêsîrkirî
16.Siyanet- qedir, hörmet
17.Mecbûrdive- bêç’aredive, bêîlacdive
18.Qers- e’rdê T’irkîaêdaye
19.H’icûmkirin- ÿrîþkirin
20.R’ojê oxirmê giran- r’ojê çetin, r’ojê bavo-bavo
21.Gelîyê Zîla- e’rdê T’irkîaêdaye
22.Sirgûndikin- nav xwe derdixin, cezadikin
23.Hate e’fûkirinê- bexþandinê, gönê wî negirtin
24.Seresker- serk’arê esker, meznê esker
25.Qewlê sîasîê- mecal, þertê sîasîê
26.Qayîlnivîsar- þert, soz
27.Erzöröm, Sarîqamîþ- nih e’rdê T’irkîaêdanin
28.Alêk’sandrapol- niha- Gömirî
29.Qerek’ilîs- niha- Vanazor
88
89
30.Birqvedan- ç’irûsandin, þewqdayîn
31.Helandayîn- r’öh’darkirin, destê xwe piþtê xistin
32.Hoktêmbêryan- niha- Armavîr
33.Þer’van- esker, ê þer’ dike
Pirs û pêþdanîn:
1.E’frandarê r’omanê k’îye
2.Þer’ê Serdarapatêda çi dihate qirarkirinê?
3.Cangîr ag’a k’engê û k’îderê ij dîya xwe bûye?
4.Bavê Cangîr ag’a- Midûr ag’a, k’engê çû r’e’metê?
5.Cangîr ag’a zar’otîya xweda ber ç’e’vê xwe çi dît?
6.Adranîk p’aþa bîranîneke xweda derheqa Cangîr ag’ada çi dinivîse?
7.Andranîk p’aþa k’îjan salê hate Wanê û çi qirarkir?
8.K’îjan salê Firîk p’aþa h’icûmî ser ÿla zöqörîya kir, û çi qewimî?
9.Paþî þer’-de’wê giran Andranîk p’aþa û Cangîr ag’a hatne ser çi
fikirê?
10.Derheqa þer’ê Qersêda gilîkin.
11.Bona e’fatîya þer’ê Qersêda Andranîk p’aþa û Cangîr ag’a layîqî
çi bûn?
12.Derheqa qewmandinê þer’ê Serdarapatêda gilîkin.
13.Sala 1938-a çi hate serê Cangîr ag’a?
14.Þer’ê Serdarapatê k’engê destpêbû û h’eta k’engê k’iþand?
15.Profêsor V. Parsamyan 60-salîya þer’ê Serdarapatêva girêdayî çi
dinivîse?
16.Navê wan ÿzdîya hildin, ê kö t’ev þer’ê Serdarapatê bûne.
17.Bi xeverê dewr, þêkirandin, þeh’îd, malbet, zölm, bêminet,
mecbûrkirin, h’icûmkirin, r’ojê oxirmê giran, sirgûnkirin, e’fûkirin,
seresker, birqvedan, helandayîn, þer’van cömla t’eþkîlkin û
binivîsin.
18.Dersê hînvin û gilîkin.
19.Qe hûn çûne heykelê Serdarapatêyî bîranînê?
20.Seva nav û emekê Cangîr ag’a paþê çi hate kirinê?
Alêk’sandr Sêrgêêvîç Pûþkîn
(1799-1837)
R’ÊWÎTÎ BERBI ERZÖRIMÊ(Serê sisya
… Ÿzdî…)
Nav ordîya meda cime’tê çawa merzê
Kavkasîayê, isa jî binelîyê welatê t’eze hil-
dayî hebûn. Nav wanda min bi balk’êþîya
mezin dîna xwe dida ÿzdîya, ê kö r’ohlatêda h’esavdivin dêwp’arêz. Weke
sêsid mal binat’ara ç’îayê Girîdag’êda dimînin. Wana h’ökömê p’adþê
ûrisa qebûlkir. Ag’ê wan, wekî mêrekî bejinbilind û bêcûr’ebû, bi e’-
vayê sor û k’ömê r’eþ, carna dihate silava R’ayêvskîyê midîrê t’emamîa
siyara, gênêral. Ez dixevitîm ij ê ÿzdî derheqa bawerîa wanda r’astîê
bizanivim. Cava pirsê min ewî dida, wekî ew nav û deng, ku ÿzdî xwedê-
giravî dêw e’bûbetdikin, efsana boþ-betale, wekî ew bawerîya xwe
Xwedêkî tînin, wekî bi qirara wan li dêw nifir’kirin, r’aste, h’esav-
dive tiþtekî necayîz û neheq, çimkî ew niha bedbexte, lê we’deda
dikare e’fûbûnê bistîne, çimkî necayîze sînorê dilr’e’mîya Xwedê
daynin. Ewê þirovekirinê dilê min r’eh’etkir. Ez seva ÿzdîya ze’f
þabûm, wekî ew dêw nah’evînin, û þaþbûnê wan minva ê diha e’fûkirinê
hatine k’ivþê.
Xeverê çetin:
1.Erzöröm- þehere, e’rdê T’irkîaêdaye
2.Ordî- esker, leþker
3.Merz- qeza, olk’
4.Piþkavkasîa- e’rdê Ermenîstanê, Görcistanê û Adrbêcanê t’evayî
5.Balk’êþî- h’ewask’arî, göhdarî
6.Dêwp’arêz- ê dêw dih’evînin
7.Girîdag’- navê ç’îayê Araratêye
8.H’ököm- serk’arî, meznayî
9.E’va- cûr’ekî k’incaye- mêr davêjne namila xwe
90
91
10.E’bûbetdikin- dih’evînin, serê xwe ber datînin, bawerîya xwe pê
tînin.
11.Efsane- lêgênd, serhatî
12.Boþ-betal- vala, bêh’îm
13.Qanûn- qirar, e’rf-e’det
14.Necayîz- bêîzin, bêqirar
15.Neheq- ner’ast, neh’elal
16.Bedbexte- h’alê çetindaye, bextewar nîne
17.E’fûbûn- bexþandin
18.Sînor- h’idûd, h’ed
19.Hate k’ivþê- hate xanê,
hate t’exmînkirinê
Pirs û pêþdanîn:
1.Ev p’ar ij k’îjan e’fran -
dina A. S. Pûþkîne?
2.A. S. Pûþkîn k’îye û k’engê
jîye?
3.Çi e’frandinê A. S.
Pûþkîne din weva e’yanin?
4.Dersê hînvin û gilîkin
5.Hûn k’îjan fikrê A. S.
Pûþkînr’a neqayîlin?
6.Ÿzdîya balk’êþîya A. S.
Pûþkîn çima pêþda anîbû?
7.T’exmîna A. S. Pûþkîn,
çend malê ÿzdîya binat’ara
ç’îayê Girîdag’êda diman?
8.Derheqa ag’ê ÿzdîyada çi hatîye nivîsarê?
9. A. S. Pûþkîn çi xwestîye ij ag’ê ÿzdîya pêbih’ese?
10.Ag’ê ÿzdîya çi gilîkirîye, û A. S. Pûþkîn pey wê yekêr’a hatîye ser
çi fikrê?
11.Gelo, A. S. Pûþkîn derheqa ÿzdîyada çiqasî r’ast nivîsîye?
12.Bi xeverê h’ököm, e’va, e’bûbetkirin, qanûn, necayîz, neheq, sînor
cömla t’eþkîlkin û binivîsin.
P’ÊÞE(h’ikyata cime’tê)
Wextekê qîzeke ze’f bede hebû. P’adþa
r’okê r’abû nav þeherê xwe ger’ya, ç’e’v wê qîzikê
k’et. Veger’ya cîê xwe, gazî wezîrê xwe kir, go:
-Filan k’ûçê, filan hejmarê qîzeke baþ
heye, gere tö minr’a bixwezî.
Wezîr r’abû, çû mala bavê wê qîzê, gote
bavê wê:
-Gere tö qîza xwe bidî p’adþê!
Bavê go:
- Ez qîzê qörbana p’adþê dikim, lê gerekê ez ij qîza xwe pirskim.
Ij qîzê pirsî, qîzê go:
-H’eta p’adþa sine’tekî hînneve, ez p’adþê nastînim.
Wezîr go:
Qîza qenc, go, wê çi p’êþeyî hînve?
Go:
- Na, wezîr, h’etanî ew hînî p’êþekî neve, ez t’ö cara wî
nastînim.
Wezîr veger’ya, çû, p’adþêr’a go: “H’al-h’ikyat ev”.
P’adþa r’abû, k’et r’êza þeher, çû cem h’edada- lê nihêr’î, go:
“H’eyran, ew çakûç’ê hana, kö hiltînin, datînin, go carekê belkî min
þaþkir yekî xist, yan yekî minxist, wele, ez vî p’êþeyî hînnavim”.
Gele cîya ger’ya, çû, r’astî livûdçîya hat. Go: “Wele, ev p’êþe
r’eh’ete”. Hostê livûdçîyar’a got, go:
- Gere ez cem we hînvim!
Livûdçîya nizanbû p’adþaye, go:
- Were, qörba, cem me bixevte, lê heqê te t’öne- h’eta te hîndikin.
P’adþa ösa hînbû, ij wan livûdçîya çêtir. Cav da qîzikê, go:
- Ez hînî p’êþe bûme, ez kölavê baþ davêjim.
Qîzikê go:
92
93
- Ezê wî bistînim.
P’adþê þand, e’rf û e’det keç’ik xwest, anî mala xwe, peyakir.
Herge salekê, herge döda, r’okê p’adþa r’abû, go: “Ez nava þeherê
xwe biger’im, çika qe çi heye”. R’abû ger’îya, çû ber derê zêrezemînekê,
jorda zêrezemînê nihêr’î, lênihêr’î yekî milî wî girt, k’aþî
zêrezemînê kir. P’adþa çû lênihêr’î gele meriv wê têdanin.
-Qörba, go, hûn çi tevanin, hûn çi dikin?
Go:
-Me vira xweydike, k’ê gava lazimbû, yek-yek me dive, dike sawûn.
R’okê xweyê zêrezemînê hate höndör’, lê p’adþa newêre bêje ez
p’adþame. P’adþa ag’êr’a go:
-Ag’a, go, were ezê tiþtekî bêjme te!
Go:- Bêje.
Go:
-Tö min biköjî, tê ij min derxî, mesele, sawûna sed manatî. Go,
her’e, livê û- kevanekî minr’a bîne were: ezê ter’a kölava bavêjmê, her
kölavekî tö bidî h’ezar manatî.
Ag’a go: - Birave.
Ag’a çû, liva anî û kevan jêr’a anî. Evî kölav avîtê. R’astî jî
ag’a kölava dive dide h’ezar manatî.
R’ojekê p’adþa go:
- Ag’a, go, ezê kölavekî baþ bavêjmê, tö bive ber p’adþê dayne, wê
dewsa h’ezar manatî pênc h’ezar manata bide te.
Go: Birave, qörba!
Evî kölavek avîtê, bi nexþa serê kölêv nivîsî- k’ûçe, hejmara
k’ûçê, navê xwe: “Ezî zêrezemînêdame, karî- were, hewara min”.
Lê p’adþa, kö öndabû, jina wî dewsê p’adþatî dikir.
Ewî kölav vî cûr’eyî avît, go:
-Deh mêtr p’edesqê baþ bîne were.
Ag’a deh mêtir p’edesqe anî. Evî kölav p’êç’a, kire lûle, ew
p’edesqe t’emiz ser dirût û gazî ag’a kir, go:
- De bive ber p’adþê dayne!
94
Ag’a da milê xölamê xwe, bir çû, ber p’adþê danî, go:
- Eva p’êþk’êþa min ter’a anîye!
P’adþê go:
-Ez ze’f r’azîme. Û îzna ag’a da, hat, go:
- Her’e, sivê were.
Keç’ikê gazîkir, go:
-Vekin, çika çi kölave ewî anîye hatîye?
Gava, kö vekirin, keç’ikê serê kölêv nihêr’î, va nivîsîye “Ezî
filan k’ûç’ê, filan hejmarê, zêrezemînêdame, were, min derxe”.
Keç’ikê wê seh’etê e’mirkir, esker hilda, çû, dora zêrezemînê girt.
K’et hönödör’ê zêrezemînê, lênihêr’î p’adþa û gele meriv têdane. T’e-
mam: ag’a, qölixçî, girtin, ew merivê têda jî t’emam berdan. Ê dinê birin
çûn, serê wan t’emam lêxist, t’eze cem p’adþê r’ûniþt, go:
- P’adþa tê bîra te, min go- hînî p’êþeve, te digo: “P’êþe çî min-
r’ane?”. Wekî ew p’êþe nînbûya, gelo, tê xilazbûyayî?
P’adþê go:
- E’vda Xwedê, ezê ij k’ö xilazbûma, ez zûda niha kiribûm sawûn.
-De,- go,- îja r’ûnî, xwer’a bike, bixöe.
K’ötabû çû.
Xeverê çetin:
1.Qörbana p’adþê dikim- p’êþk’êþî p’adþê dikim
2.Sine’t- p’êþe
3.H’edad- ê kö þöxölê h’esin dike: dik’öte, ditewîne, qaldike, nexþa
çêdike
4.Livûdçî- p’êþezane, ê kö livayê vedijine, kölava davêjê
95
5.Heq- aylix, p’ere, maþ
6.Çêtir- baþtir, qenctir, diha baþ, diha qenc
7.E’rf û e’det- qirar, r’ê-r’izm
8.Zêrezemîn- qatê avayîyî binî, bin e’rdê
9.Çi tevanin- hûn k’îne, hûn çiva mijûldivin?
10.Newêre- cöle’tnake, töriþnake
11.Liva- hirîya hûr
12.Kevan- dar, yan h’esinê tewandî
13.Hejmar- r’eqem
14.Were hewara min- were alî min bike, k’omekê bide min, min xilazke
15.P’edesqe- cûr’ekî p’arç’eye, r’engê sipîye
16.E’mirkir- ferman da, kire ser
Pirs û pêþdanîn:
1.H’ikyatê hînvin û gilîkin
2.Nêta h’ikyatê k’îjane?
3.Çaxê p’adþa r’okê þeherê xweda ger’îya, ç’e’v k’ê k’et?
4.Çaxê p’adþa veger’ya cîyê xwe, çi gote wezîr?
5.Çaxê bav qîza xwe pirsî, qîzê cava xwe çi da?
6.P’adþa pey gilîyê qîzêra çi kir?
7.Livûdçîya cava p’adþê çi da?
8.Pey anîna jina xwer’a p’adþê çi kir?
9.Cime’ta zêrezemînêda çi gote p’adþê?
10.P’adþa, çaxê hate girtinê, çi gote ag’ê zêrezemînê?
11.P’adþa pê livayê çi avît?
12.Pey avîtina kölêvr’a p’adþê çi gote ag’ê?
13.P’adþê ser kölêv çi nivîsî?
14.Jina p’adþê, çaxê kölav qebûlkir, çi kir?
15.Çaxê jina p’adþê nivîsara ser kölêv xwend, çi kir?
16.Bi xeverê sine’t, liva, livûdçî, heq, çêtir, e’rf-e’det, zêrezemîn,
kevan, hejmar cömla t’eþkîlkin û deft’era xweda binivîsin.
17.Hûn çi p’êþeyî h’izdikin?
96
ZIMAN
JIMARA ÇENDANÎ
Divêjne wan jimara jimara çendanî-çiqasîyê, k’îjan didine
k’ivþê, k’a jimar û h’esav çiqasin.
Jimara çendanî-çiqasîyê cava van pirsa dide: çiqa(s), çend.
Mesele: “Çiqa þagirt hatine?” cav: “Bîst þagirt hatine”. “Çend
seh’eta dixevitî?”. cav: “H’eyþt seh’eta dixevitim”.
Ev xever, k’îjan cava pirsê “çiqa(s) û “çend” didin, divêjne wan
“jimara çiqasîyê”, yan “jimara çendanî”.
Jimrara dehê pêþin: jimara h’etanî bîstî
1.yek 11.ya(n)zde
2.dödö (dö) 12.do(n)zde
3.sisê (sê) 13.sê(n)zde
4.çar 14.çarde
5.pênc 15.pa(n)zde
6.þeþ 16.þa(n)zde
7.h’evt 17.h’ivde
8.h’eyþt 18.h’îjde
9.neh(e) 19.no(n)zde
10.deh 20.bîst.
Ij bîstî h’eta sedî bi deha dijmirin: sî, çil, pêncî, þêst,
h’evtê, h’eyþtê, nod, sed.
Ij sedî h’eta h’ezarî jimar bi vî cûr’eyî tê kirinê: pêþîya ji-
mara seda divêjin, lê paþê- navê hejmarê yekanî û dehanî hildidin û
isa dijmirin.
H’eta h’ezarî
100- sed
200- dösid
97
300- sêsid
400- çarsid
500- pênsid
600- þesid
700- h’evsid
800- h’eysid
900- nesid
1000- h’ezar.
Jimara ij h’ezarî zêdetir bi alîk’arîa xeverê “sed”, “h’ezar” û
“mîlîon” dijmirin. Pêþîyê jimara “mîlîon” tê gotin, paþê jimara
“h’ezarî” tê gotinê. Pey jimara “sedî” jimarê dehanî, paþê yekanî tê
gotin.
Mesele:
3006956- sê mîlîon þeþ h’ezar pêncîþeþ
20457- bîst h’ezar çarsid pêncîh’evt
4678- çar h’ezar þesid h’evtêh’eyþt
1957- h’ezar nesid pêncîh’evt.
GÖHASTINA JIMARA ÇENDANÎ-ÇIQASÎYÊ
Jimarê dehê pêþin, xêncî yekê, vî teherî têne göhastinê:
1) h’alê tewandîda t’enê p’ir’tika “a” axirîya êda zêdedive.
2) h’alê paþp’ir’tikê “r’a”, “va”, “da” paþê p’ir’tika “a” zêdedivin.
MESELÊ GÖHASTINÊ JIMARÊ IJ YEKÊ ZÊDETIR
h’alê r’ast dödö sisê çar
h’alê gazîkirinê - - -
h’alê tewandî döda sisya çara
h’alê hevr’a dödar’a sisyar’a çarar’a
h’alê hevr’a dödava sisyava çarava
h’alê cîwar dödada sisyada çarada.
Jimara “yek” -ê çawa cînavê yekanî-nek’ivþ û dewsa navê
98
ser qismî mê û ser qismî nêr tê xevitandinê.
Çaxê jimara “yek” çawa cînavê qismî nêr tê xevitandinê, wî
çaxî ew ser navê qismî nêr tê göhastinê, lê çaxê ew çawa cînavê qismî
mê tê xevitandinê, wî çaxî ew ser qismî mê tê göhastinê.
CEDVELA GÖHASTINA JIMARA YEKÊ
JIMARÊ CARKIRÎ
Divêjne wan jimara jimarê carkirî, k’îjan carkirina ji-
mara didine k’ivþê. Zimanê ÿzdîkîda jimarê carkirî bi alîk’arîa xe -
vera “car” têne e’firandinê.
Mesele: döcar bike, sêcar bike, çarcar bike.
Gele cara p’ir’tika p’ir’anîye “a” ser jimarê carkirî zêdedive.
Mesele: Sê cara hat û çû. Neh cara min gote wî.
Jimara carkirî isa jî bi alîk’arîa xevera “ta” tê e’frandinê,
k’îjan ser axirîya jimarêda zêdedive.
Mesele: döta, yekta, pêncta, sêta, çarta, þeþta û ê dinê.
JIMARÊ CÊRGEKIRÎ-R’ÊZKIRÎ
Divêjne wan jimara jimarê cêrgekirî-r’êzkirî, k’îjan cêrge û
sirîya jimara k’ivþdikin, yanê jî sirîya jimartinê k’ivþdikin.
Jimarê cêrgekirî cava van pirsa didin: K’îjan, Ê çenda, Ya çenda?
Jimarê cêrgekirî vî teherî têne e’firandinê:
a) cûr’ekî p’ir’tika “anî” ser jimarêda zêdedikin.
Mesele: yekanî, dödanî, sêanî, çaranî, pêncanî, þeþanî û ê dinê.
b) cûr’ekî jî cînava “ya”, “ê” ber jimara têne xevitandinê. Xêncî
vê yekê pêþp’ir’tika “a” ser k’ötabûna jimara zêdedive.
Mesele: ê döda, ya döda, ê sisya, ya sisya, ê çara, ya çara, ê pênca, ya
pênca, ê þeþa, ya þeþa, ê yekî, ê yekê û ê dinê.
Nasî: Dewsa ya (ê) yekê divêjin ya e’wlin, ê e’wlin, ya berê, ê berê,
ê pêþin, ya pêþin, ê paþin, ya paþin.
Jimarê carkirî, k’îjan jorê hatine nivîsarê, h’alê cîwarda têne
xevtandinê û bi vî cûr’eyî h’al û wextê kirinê didine k’ivþê:
Mesele: ya yekêda, ê yekîda,/ ya dödada, ê dödada,/ ya sisyada, ê
sisyada,/ ya çarada, ê çarada,/ ya pêncada, ê pêncada,/ ya dehada, ê de-
hada,/.
99
SERECEME’DEBYET
E’ydê ÿzdîyaye miletîê .................................... 3
Meriv û bajar’vanê qenc ................................. 7
Ÿzdî (Xaçatûr Abovyan) ....................................9
Me’sîê zar (Hovhannês T’ûmanyan) ................11
Bimbarek-pîrzve e’yda we (Ordîxanê
Lezgî) ..................................................................17
Zivistan me bû mêvan (Ordîxanê Lezgî) ...... 18
ZIMAN
Navê heyînê .......................................................19
Navê r’öh’bera ...................................................19
Navê ne r’öh’ber ................................................19
Navê fikira û me’na ..........................................19
Navê kirinê û bûyînê .......................................20
Navê qismî nêr û mê ..........................................20
Navê qismî mê ....................................................20
Navê qismî nêr ................................................. 21
Navê tiþtê ne r’öh’ber .................................... 22
Navê tiþtê ner’öhbere qismî mê ....................23
Navê tiþtê ne r’öh’bere qismî nêr ................23
Navê heyînêye döqism ......................................25
Navê xiyalî ....................................................... 27
Navê bi fikira kirin û bûyînê ...................... 27
P’ir’tika yekanîye navê nenas û nee’yan .....28
Cûr’ê xeverê t’aynker .....................................30
Xeverê taynkirî û t’anker ..............................32
P’ir’tika hevbendîye p’ir’anî .......................34
P’ir’tika hevbendîye p’ir’anîye navê nenase
nee’yan ................................................................34
Göhastina nava ...................................................35
Cûr’ê h’alê nava ...............................................35
H’alê r’ast.......................................................... 35
H’alê gazîkirinê ...............................................36
H’alê tewandî ...................................................36
H’alê hevr’a .......................................................36
H’alê t’evayî .....................................................37
H’alê cîwar ......................................................37
Göhastina nava û cûr’ê h’alê wan ...................37
Göhastina navê qismî nêr ................................39
Jimara yekanî .................................................39
Jimara p’ir’anî ..............................................39
Xevitandina cînavê nîþankirinêye “ew”,
“ev” pêþîya nava ..............................................40
E’DEBYET
Ÿ’cizneve (Ordîxanê Lezgî) ...........................41
Qîza cime’ta ÿzdîaye xîret ...........................42
Zar’otîya min (Cemalê Ûsiv) .........................45
Dayê (Cemalê Ûsiv) ..........................................46
T’emedîya Þîxadî ...........................................47
K’ilama E’merê T’emo (k’ilama cime’tê) .... 48
ZIMAN
Xeysetnav ...........................................................50
Himberîhevkirina xeysetnava ........................52
Cûr’ê himberîhevkirina r’eng û
r’ûyê tiþta ........................................................52
Cûr’ê himberîhevkirina kêmtir û zêdetir ...52
Cûr’ê himberîhevkirina herekêmtir û
herezêdetir .........................................................53
Cînav .................................................................54
Cînavê sifeta ..................................................54
Cînavê sifetaye k’oma r’ast .........................54
Cînavê sifetaye k’oma ç’ivane .....................55
Göhastina cînavê sifeta ................................57
Cînavê nîþankirinê ......................................57
Cînavê nîþankirinêye bona tiþtê nêzîk ..58
Cînavê nîþankirinêye bona tiþtê dûr ..... 58
Göhastinê cînavê nîþankirinê ....................58
Cînavê ser xwe ................................................59
Göhastina cînavê ser xwe ..............................59
Cînavê hevdötîyê ............................................59
Cînavê eleqetîyê .............................................60
Cînavê pirsa .....................................................60
Cînavê “k’îjan” .............................................62
Cînavê pirsê- “k’îjan” dewsa nav tê xevi-
tandinê ..............................................................62
Cînavê “k’îjan” dewsa qismî mê .................63
Cînavê “k’îjan” dewsa qismî nêr ...............63
Cînavê “k’îjan” dewsa navê jimara
p’ir’anîda .........................................................63
Cînavê tiþtê nee’yan ....................................64
Cînavê çendî-çiqasî .......................................65
E’DEBYET
Bindarûk (E’rebê Þemo) ..................................66
Birûsk (Seh’îdê Îvo) .......................................72
Îro ez çûme Elegezê (Seh’îdê Îvo) .................73
Ezim-ezim (E’t’arê Þero) .................................75
Bê av (E’t’arê Þero) ..........................................76
Þîretê jîyînê (E’t’arê Þero) .....................77
Þer’ê ser Serdarapatê (p’ara 1,Tiharê
E’mer) ..................................................................78
Þer’ê ser Serdarapatê (p’ara 2,Tiharê
E’mer) ..................................................................78
R’êwîtî berbi Erzörimê (A. S. Pûþkîn)..... 90
P’êþe (h’ikyata cime’tê) ..............................92
ZIMAN
Jimara çendanî .............................................96
Göhastina jimara çendanî-çiqasîyê ............97
Jimarê carkirî .............................................98
Jimarê cêrgekirî-r’êzkirî .........................98