Nîsan 2020 Ji nav jiyanê 11 Qirkirinek bêsînor!gînên zimanê kurdî nehatiye kirin. w Xeteriya...

Preview:

Citation preview

Newaya JinNîsan 2020 11Ji nav jiyanê

Me kevneşopiya xwe ji bîrkir. Me ji dayîk û babên xwe,ji zimanê xwe, çanda xwe, cil

û bergên xwe, heta ji navêgund û bajarên xwe şerm kir.Em ji xwe biyanî bûn. Ji xwebiyanîbûn windabûn û tine-bûne. Hewla vê modernki-rina me ya herî sereke hişême yê civakî têk birin e.

Folklor û hunera me ji mehat girtin. Me kevneşopiyaxwe ji bîr kir. Me ji dayîk ûbabên xwe, ji zimanê xwe,

çanda xwe, cil û bergên xwe,heta ji navê gund û bajarên

xwe şerm kir.

elek mirov heta mezin jî dibin termekîmiriyan nabînin. Dema dibînin jî li navdarbestek bi gul û kulîlkan, paç û alan

hatî pêçan û xemilandin, li dêr û mizgeftan, liber dengê mele û qeşeyan dibînin. Lê, li welatême yê bûyî cihê lîstika xwînmijan term bi gul ûkulîlkan nayên pêçan. Herkes dikare termênparçebûyî bibîne. Laşên parçebûyî, birînên tazî,piyên jê bûyîn, dem û çavên nûqî xwînê bûyîn,gundên dişewitin, warên tên talankirin, daris-tanên dişewitin, lawirên ji agir û dûkêlê direvin,zarokên li ser sînorên mirinê bi pêxasî digerin,çavên tijî tirs û girî, dayîkên kezeb lê mirî, babênwinda û serî jêkirî, enfal, kîmya û penaberî dî-menên rojanene ku zarokên vî welatî bi çavênxwe dibînin.

ww Êrîş, talan û tevkujî

Ma têgîna qirkirinê bi serê xwe têra vegotinavan dîmenan dike? Ka em li pênaseya vê têgînêbinêrin ka çi dibêje. Qirkirin! Ev peyva qirkirinêcara yekê ji aliyê Raphael Lemkîn ê Cihû yê jiPolonyayê ve di sala 1944’an de ji bo pênaseyatevkujiyên Naziyên Elman ên li ser Cihûyan, jipeyva Yunanî “geno” ya tê wateya nîjadê ûpeyva Latînî “Cide” ya tê wateya şikandinê ha-tiye pêkanîn. An ku “Genosid” e. NeteweyênYekbûyî di sala 1948’an de hevpeymana pêşîlê-girtin û cezakirina tewanên qirkirinê pejirand.Ev xalên li jêr dibe ku li ser komekî netewî,etnîk, nîjadî an jî olî bên pêkanîn.

Li gorî vê hevpeymanê xalên li jêr wekî qirki-rin hatin pejirandin ev in;

(a) endamên girêdayî komekê kuştin(b) di warê cesteyî û hizrî de zererên cidî da-

yîna endamên komekê(c) bi hesabê ku bi temamî an jî bi qismî tine-

kirina komekê, bi qestî guhertina şertên wan ênjiyanê

(d) bi armanca dayîna sekinandin a zayînan,tedbîr girtin

(e) zarokên endamên komekê ji komek din reveguhestin

Ma ev pênaseya li jor dikare bibe navê qê-rîna me ya bêdeng a di hişê vê axê de deng ve-dide? Dibe ku guhên hinekan nebihîsin, lê mejiyan kir, em dijîn û hêj jî dibînin. Yên ji me rehatîn gotin hene, yên me dîtîn. Hişê me yê ci-vakî tijî bîranînên bi jan ên van qirkirinan in.Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe û Enfal hêj birî-nên bi xwîn in û dikelin di dilê me de. Tenê diqirkirina li Helepçe de pênc hezar jin û zarokhatin qetilkirin. Bi Enfalê 182 hezar mirovhatin kuştin û windakirin. Her deverek Kurdis-tanê şûnwarekî gorên komî ye. Ma newala Qe-saban nayê bîra me? Ma êriş û tevkujiyên li serŞengalê û Rojava ji kîjan xala jor kêmtir in? An

bi agir şewitandina ciwanên Kurd li jêrzemînênxaniyên bajarê Cizîra Botan?

ww Helandin û tinekirina daneheva çandî

Asîmîlasyon peyvekî Fransî ye. Tê wateya he-landin, bişaftin, melisandin, hevşibînê. An ku dinav tevna çanda serdest de helandin û tineki-rina daneheva çanda komekê. Bi kurtasî ji aliyêdesthildaran ve tinekirina çandên cuda, an kudanehevên çandî yên civakên cuda. Ev jî ol û ba-werî, ziman, kevneşopî, elimandin, hestên ayî-diyetê û gelek tiştên wisa digire nava xwe.

Dilxwede di asîmîlasyonê de zor tune ye.Bêyî pêkanîna zorê, bi demê re helandin û da-yîna têgihiştin e. Ev herî zêde bi têgîna mo-dernkirinê tê parastin. Çandên serdest ûserwer, ji ber çandên din lewaz û paşketî dibî-nin, dixwazin bi wan re bibin alîkar û wan jîmodern bikin. Ji xwe derewa herî mezin jî ji vêmodernîzmê derdikeve. De ka em li modernki-rina çanda civaka xwe ya ji aliyê serdestan vebinêrin. Wê demê wê baştir bê fêmkirin ku emçiqas hemçax û modern bûne.

Daneheva çandî ya bi hezaran sal ji aliyê dapîrû bapîrên me ve hatî kom kirin ji me tê girtin. Bideh salane zimanê me qedexe ye. Wêjeyek meya bi zimanê me nîne. Helbest û stranên me,çîrok û destanên me ji me hatin girtin. Folklor ûhunera me ji me hat girtin. Me kevneşopiya xweji bîr kir. Me ji dayîk û babên xwe, ji zimanê xwe,çanda xwe, cil û bergên xwe, heta ji navê gund ûbajarên xwe şerm kir. Em ji xwe biyanî bûn. Jixwe biyanîbûn windabûn û tinebûne. Hewla vêmodernkirina me ya herî sereke hişê me yê ci-vakî têk birin e. Wekî encam; ev modernbûn mebi nexweşiya alzheimerê dixe. Ma wê demê asî-mîlasyon nayê wateya nexweşiyek giran? Hem-çaxî bi nexweşiya alzheimerê ketin be, wê demêev ji dilbûna me ya modernbûnê nayê wateyadînbûn bûnê? Mirovên bixwazin bi nexweşiyekwisa giran bikevin, ji aqil û hişê wan guman nayêkirin? Ma civaka me bê hiş û aqil e? Na nexêr!Rêbazên modernkirinê ewqas pisporane ne kugelek ji me nakevin ferqa vê nexweşiyê jî. Madema yek ji me re bêje di te de diyardeyên nex-weşiya alzheimerê hene, em serdana doktornakin? Wê demê çima em heman tiştê li dijî po-lîtîkayên asîmîlasyonê nakin? An ku çima em liriyên başbûnê negerîn û çi ji destên me bê emnekin? Ka em binêrin ev rêbazên veşartina nex-weşiya me çin e.

w w Polîtîkayên înkar û mişextkirinê

Destpêkê înkara navê me û welatê me kirin.Paşê welatê me parçe kirin. Navê her parçeyekêbû pêveka beşek ji welatên li ser Kurdistanê da-girker. Kurd nebûn, Ereb, Tirk û Fars hebûn. Paşê

ziman û çanda me qedexe kirin. Em ji cih û warênxwe hatin dûrxistin, polîtîkayên dertixûpkirinan,mişextkirinan dan destpêkirin. Gund û warên meyên ku rayên çanda me li ser zindî û şîn dibûn va-lakirin. Em li cihên destên wan zû digihiştinê, anku getoyan, bajarên bûyîn qereqol kom kirin. Cilû bergên me paşverû îlan kirin. Şewqe û cilên nûli ber me kirin. Bac û leşkerî li ser me ferz kirin.Paşê em ji şêweyê jiyana me ya xwezayî qutkirin.Çûyîna zozanan, çandina dexl û danan ji dest mehat girtin. Em bûn pale û karkerên li zevî û ava-hiyê. Em bi birsîbûnê terbiye kirin. Ji bo em bika-rin pariyek nan peyda bikin, me ji neçariyê hestû baweriyên xwe dan aliyekê. Me zarokên xweşandin dibistanan bi hêviya wekî me birçî û hejarnemînin. Wê jî têrê nekir, bi sedan kes ji me girtinû bê serûşûn kirin. Termên me avêtin bîrên kûr,paşê jî bajarên me bombe kirin. Girtîgeh û zindanji Kurdên dilsoz tijî kirin. Bi wê jî têr nebûn, kêl ûgorên miriyên me tune kirin. An ku êrişî gorista-nên me kirin. Ma me qet nezanî ka armanc ji vanhemû tiştan çiye?

Yek ji van tiştan jî bê armanc nekirin. Xwestinme bi me bidin jibîrkirin. Her tiştên hebûn ûxwebûna me bianiyan bîra me dan ber xwe ûêrişî hiş û demboriya me kirin. Deriyê nan li kêhat vekirin? Li yên ku xwe înkar kirin. Kê karîbiçe bibe keraxê dewletê, yên li xak û civakaxwe, çand û zimanê xwe xayîntî kirin. Êrişî bi he-zaran cih û şûnwarên me yên dîrokî yên wekîSûr û Heskîfê kirin. Bi vê xwestin dîroka me bime bidin jibîrikirin. Ka em bihizirin, çima herîzêde dibistanên şevînî li Kurdistanê vekirin?Navê gund û deverên me yên resen guhartin ûnavên bi zimanê xwe lê kirin. Ji bo em fêrîziman û çanda wan bibin, li bazar û nexweşxa-neyan, li hemû sazî û dezgehan, dibistan û kar-gehan yek zimanî ferz kirin. Ma qey em nizaninka lewheyekî bi zimanê kurdî hatî nivîsin çimawan ewqas ditirsîne? Çima ji zimanê me re di-bêjin zimanê nayê zanîn? Aha, asîmîlasyon li serme Kurdan bi vî rengî hat pêkanîn û tê pêkanîn.

w w Xwe biyanîbûn derbê li civakê dide

Civaka ji xwe hat biyanîkirin carek din rakirinaser piyan wisa ne hêsan e. Ji bo vê ye evqas ber-dêlên mezin tên dayîn. Bîst û neh raperînên meyên mezin, bi hezaran berdêl û fedekariyê jî hêjev rastî tam bi civaka me nedaye fêmkirin. Hêj jîberjewendiyên malbatî, hizbayetî, kesî yên ro-jane li pêşiya gelek tiştan astengiyên mezin çê-dikin. Mixabin em wekî civaka Kurd hêj ji vênexweşiya xirab û vegir rizgar nebûne. Lê divêem ji xwe bipirsin, ma mirovek neyî çawa dikaremodern bibe? Heyîna me tê înkarkirin, lê hinekji me bi navê hemçaxiyê, bi taybetî beriya zimanêdayîkê li ser zarokên xwe zimanên biyanî ferzdikin. Jinên Kurd ên ku di tevahiya dîrokê de pê-şengiya parastina çand û zimanê kurdî kirin, ji ke-

rema xwe re li heyîna xwe, pêşeroja civaka xwexwedî derkevin. Ti payeya pêşketin û hemcaxiyêya ji vê bilindtir û bi rûmetir nîne. Devoka we çidibe bila bibe, bi zarokê xwe re bi zimanê dayîkêbiaxivin, bi çanda wan a resen mezin bikin. Qencîû başiya ji vê mezintir hûn li zarokên xwe bikinnîne. Hûn wan fêrî hebûn û rûmeta wan dikin.

Devoka me, herêma me, şêweya me ya bika-ranîna ziman, zaravaya em bikar tînin çi dibe,bikaranîn û pê axaftin xwedî qedr û qîmetekmezin e û di parastina pêşeroja me de rolek se-reke dilîze. Ji xwe bi zanebûn an jî bê zanebûnpeyva “kurdiya akademîk” tê bikaranîn û li gorîmin ev tenê xizmetê ji nexêrxwazên zimanêkurdî re dike. Ji ber zimanê kurdî, zimanekî kev-nare û dayîktiya gelek zimanên cîhanê yên îrokiriye. Di ti akademiyan de helberîna peyv û tê-gînên zimanê kurdî nehatiye kirin.

w w Xeteriya li ser zimanê me!

Zimanekî kevnar û xwezayî, daneheva ez-mûna bi hezarê salan a hişê civaka me ye.Devok û zaravayên zimanê me, dewlemendî ûpirrengiya zimanê me nîşan didin. Nexwe gerem jî wekî pergalên serdest bikevin pey stan-dartkirina ziman, wê demê wê ferqa me ji wannemîne. Ji ber vê têgihiştina şaş, di beşek girînga civaka me de, bi taybet di kurmancî de zi-manê rojane jî bûye wekî zimanê wergerê û evxeterek mezine ji bo zimanê me. Standartkirinaziman, di heman demê de xizmeta polîtîkayênasîmîlasyonê ne.

Wekî encam, em ji her demê zêdetir xwedîderfet û destkeftinan in. Di warê parastina çandû zimanê kurdî de îro li Kurdistanê şoreşek mezintê jiyîn. Têkoşîna azadiya Kurdistanê ya îro jî têdayîn, ji têkoşîna çand û zimanê me nikare qutbê destgirtin. Di serxistina vê têkoşînê de li hem-berî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê xwedî liçand û zimanê xwe derketin, li dîrok, pêşeroj,rûmet û bedena xwe xwedî derketin e. Rojava ûbaşûrê Kurdistan ê, Mexmûr nimûneyên vê kedamezin in. Dixwazim helbestvan û dilsozê zimanêkurdî mamoste Cegerxwîn bibîrbînim û bi rêzi-kên helbesta wî dawî li nivîsa xwe bînim:

Vejîne zimanê xwe ey xwendevanNebûye milet hîç kesek bê zimanZimanê me xoş û xeroş û ciwanEger baş bizanî tu nakî ziyanTu kurmanciya xwe ji bîra nekîEger baş nizani divê zêdekîElifba û dîwan û ristan bixwînHeta ku wekî min nebî dilbixwînBinêre zimanê te çend dewlemendLi bajêr, tu carek xwe bighêne gundBibîne çi şêrin e ev reng zimanÇi payebilind û çi rûmetgiran

l Reyhan ÎKE

Qirkirinek bêsînor!

Recommended